Şêniyên Qamişloyê êrişên li ser gerîla şermezar kirin

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên dagirkeriyê didomîne. Şêniyên Qamişloyê nerazîbûna xwe anî ser ziman û êrişên li ser qadên berxwedanê şermezar kirin.

Şêniyên Qamişloyê êrişên li ser gerîla şermezar kirin
5 tebax, 2023   03:51
QAMIŞLO

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 21’ê Tirmehê bi daxuyaniyekê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrişeke nû ya dagirkeriyê kiriye.

Êrişên dagirkeriyê di 14’ê Tîrmehê de li dijî Qada Berxwedanê ya Kurêjahro ya Zapê, di 19’ê Tîrmehê de jî li dijî Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi piştgiriya PDK’ê dest pê kir. Di şeva 20’ê Tîrmehê de jî piştî bomberdûmana zêde ya hewayî di sibeha 21’ê Tîrmehê de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya Zapê, êrişeke dagirkeriyê da destpêkirin.

Şêniyên Qamişloyê êrişên li dijî qadên Zap û Metînayê şermezar kirin.

Mûsa Şêxmûs êriş şermezar kirin û wiha got: “Em Kurd tu carî naxwazin şer bikin, lê dewleta Tirk her tim êriş dike. Em jî mecbûr dimînîn parastina xwe dikin. Ji derveyî vê tu çareserî tune ye. Ji ber ku dewleta Tirk her tim dixwaze şer bike, Kurdan ji welatê wan derxe.”

Şexmûs bang li helê Kurd jî kir û got: “Divê em bibin yek, ji ber ku dema her çar parçeyên Kurdistanê  bibin yek, Tirk nikarin bi vî awayî êrişên xwe bidin meşandin.”

Emîra Hiso jî êrişên dewlata Tirk şermezar kirin û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker her roj bi hezaran tank û topên xwe êrişî gerîlayan dike. Ez van êrişan şermezar dikim û dibêjim edî bes e. Gerîla parastina gel û axa xwe dike.”

Her wiha Abdullah Selma Evdo jî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û got: “Hebûna gerîlayên Kurdistanê hebûna gelê Kurd e. Ji ber vê divê gelê Kurd li gerîla bibe xwedî û li hember van êrişan bê deng nemîne.”

(he)