​​​​​​​Hakan Fîdan serdana Iraqê dike

Wezîrê Karê Derve yê Iraqê bi balyozê dewleta Tirk a dagirker yê Bexdayê re civiya, di civînê behsa peywendiyên Bexda û Enqereyê hatin kirin, her wiha behsa serdana Wezîrê Karê Derve yê dewleta Tirk Hakan Fîdan jî hate kirin.

​​​​​​​Hakan Fîdan serdana Iraqê dike
4 tebax, 2023   07:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Tê payîn serokkomarê dewleta Tirk a faşîst Recep Tayîp Erdogan serdana Iraqê bike, roja serdanê ne diyar e.

Lê tê gotin dê Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî piştî 15’ê Tebaxê serdana Iraqê bike.

Beriya serdanan, Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fuad Hisên bi balyozê dewleta Tirk a dagirker yê Bexdayê, Elî Riza Guney re civiya.

Li gorî daxuyaniya ofîsa Wezareta Karê Derve ya Iraqê, Elî Riza û Fuad Hisên dicivînê de behsa peywendiyên di navbera her du aliyan de kirine.

Herرwiha behsa serdana Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ku tê payîn piştî 15’ê mehê serdana Iraqê bike, hatiye kirin.