​​​​​​​Rojnameyên erebî cih da tevgerên li Sûriyeyê û tetbîqatên Îranê yên li Kendavê

Tevgerên zêde yên hêzên biyanî li rojhilatê Sûriyeyê, tetbîqatên Îranê yên li Kendavê û krîza siyasî ya Îsraîlê mijarên rojnameyên erebî yên vê sibehê bûn.

​​​​​​​Rojnameyên erebî cih da tevgerên li Sûriyeyê û tetbîqatên Îranê yên li Kendavê
4 tebax, 2023   07:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgerên zêde yên hêzên biyanî yên li rojhilatê Sûriyeyê rojevke sereke ya çapemeniya Ereb e.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê dîmeneke tetbîqatên hêzên Rûsya-Sûriyeyê yên li parêzgeha Hemayê ya rojavayê Sûriyeyê belav kir. Balafirên şer ên Rûsyayê li nêzî baregeha Tenefê ku tê de hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê hene, digeriyan. Ev yek binpêkirina qada hewayî ya herêmê ye û îsal bû cara duyemîn ev binpêkirin pêk tê.

Li Dêrazorê jî hêzên alîgirê Îranê balafirên bêmirov anîn û tecrube kirin. Li hember wê balafirên şer ên Koalîsyona Navneteweyî li ser bajarokên Beîsra, Zîban û Şihêl ên rojhilatê Dêrazorê geriyan.

‘LI KENDAVÊ PEYAMÊN GERM’

Rojnameya El Exbar a Lubanê behsa tatbîqatên deryayî yên Îranê kir û wiha nivîsand: "Ev tatbîqat bersiva Îranê ya li ser encamnameya civîna hevbeş a dawîn a Rûsya û dewletên endamên ′Meclisa Hevkariyê ya Kendavê′ ye ku piştgiriyê dide Îmaratê. Her wiha ev tetbîqat bersiva tevgerên leşkerî yên Amerîkayê yên di vê dawiyê de li herêma Kendavê ye."

‘LI ÎSRAÎLÊ KRÎZA DESTÛRÊ’

Rojnameya El Ereb di rojeva xwe de bal kişand ser krîza destûrê ya li Îsraîlê û wiha nivîsand: "Duh dadgeha bilind a Îsraîlê dest bi lênêrîna redkirinên li ser guhartinên sîstema dozgeriyê kir ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û hikumeta rastgir hewl dide pêk bîne. Wê yekê jî krîzeke hundirîn çêkir. Çavdêran jî hişyarî li ser krîzeke destûrê li welat da.”

(fr)