Dîmenên tevkariya PDK′ê bi dewleta Tirk re hatin weşandin

Hevkariya PDK’ê ya bi deleta Tirk a dagirker re roj bi roj zêdetir dibe. Vê carê dîmenên hewldanên PDK’ê yên ji bo dorpêçkirina Zapê derketin holê. PDK’ê di ser Amediyê re hêzeke mezin ber bi qadên gerîla ve şand.

Dîmenên tevkariya PDK′ê bi dewleta Tirk re hatin weşandin
4 tebax, 2023   07:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bê navber dewam dikin. Hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re jî rojane bi belgeyan derdikeve holê.

Li gorî nûçeya ANF’ê Hêzên PDK’ê 2’yê Tebaxê hêzeke xwe ya mezin destpêkê şand navçeya Amediyê ya Başûrê Kurdistanê û ji wir jî ber bi qadên gerîla ve şand.

Ji dîmenan hate dîtin ku hêzên PDK’ê li çiyê bi kepçeyan rêyên nû çêdike û ji cihê ku bendava Zapê lê ye ber bi bi qadên gerîla ve diçe. Li gorî agahiyan, PDK bi taybetî hewl dide li Geliyê Reşawa, Gera Çelka û Mêrgê bi cih bibe û nuqteyên nû ava bike.

Hate ragihandin ku ev liv û tevgera hêzên PDK’ê ya ber bi qadên gerîla ve ji bo temamkirina wê dorpêçê ye ku artêşa Tirk a dagirker dixwaze li Zapê pêk bîne.

Piştgiriya zêde ya PDK’ê ku van salên dawî dide êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, di nava Kurdan de dibe sedema nerazîbûnên zêde.