​​​​​​​Li Sûriyeyê nakokiyên DYA-Rûsyayê; sedem û armanc

Di demên dawîn de aloziya di navbera Rûsya û DYA'yê de ya li Sûriyeyê zêdetir bûye. Her aliyek dixwaze zextê li aliyên din bike.

​​​​​​​Li Sûriyeyê nakokiyên DYA-Rûsyayê; sedem û armanc
4 tebax, 2023   06:22
BEYRÛT - ZIYAD EBÛ XEZALE

Malpera Rûsyayê ‘Vazglyad’ raporek li ser aloziyên Rûsya-Amerîkayê yên li Sûriyeyê weşand. Li gorî raporê, Amerîka alavên leşkerî û lojistîk ên li nava Iraqê bûn, veguhastine baregehên xwe yên li Sûriyeyê.

Cîgirê serokê Navenda Lihevhatinê ya Rûsyayê ya li Sûriyeyê Oleg Gorînov di daxuyaniyekê de wiha got: "Careke din nêzîkatiyeke metirsîdar a balafira bêpîlot a MQ-9 ya Koalîsyona Navneteweyî ya bi pêşengiya DYA'yê bo balafirên SU-34 ên hêzên hewayî yên Rûsyayê li gundê Nefla yê Reqayê hate tomarkirin."

Gorînov her wiha fikarên xwe ji ber tevgerên dronên koalîsyonê anî ziman daxuyand ku pîlotên Rûs di dema guncaw de tedbîrên pêwîst girtin da ku bi drona koalîsyonê re rû bi rû neyê.

Li gorî Fermandariya Navendî ya Hêzên Hewayî ya DYA'yê, 25'ê Tîrmehê balafira DYA’yê li asîmanê Sûriyeyê ji ber balafireke Rûsyayê ziyanên mezin dît. Fermandariyê hişyarî da hêzên Rûsyayê.

Şîrovekarê siyasî yê kar û barên navneteweyî Elî Murad sedemên aloziya di navbera Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de nirxandin.

Elî Murad diyar kir ku di salên dawîn de aloziya Sûriyeyê di lûtkeya bûyerên siyasî yên cîhanî de bû û wiha domand: “Di pêşiya alozî û pirsgirêkan de bû ku serîhildana Rûsyayê li hember qutba yekalî ya cîhanê nîşan da. Qutba ku Washingtonê ji destpêka hilweşîna pergala Yekitiya Sovyet bi rê ve biriye. Ev guhertineke nû ye ku di aloziyên berê de mîna şerê Kendavê û destwerdana Amerîka li dijî Iraqê çênebûye.”

Murad wiha domand: “Sûriye ji bo Rûsyayê, yek ji dewletên herî girîng ên Rojhilata Navîn e û kevirê bingehîn ê ewlekariya wê tê dîtin. Ji ber wê heke ewlehiya Sûriyeyê tev li hev bibe, dê encamên nebaş û tevliheviyê bi xwe re bîne. Ji wê zêdetir dê li seranserî herêmê belav bibe û dê li ser ewlehiya herêmî bi giştî xetereyeke rastîn be.”

Murad wiha pê de çû: “Sûriye, wek dewletek ku destê wê di piştgiriya terorê de heye, tê zanîn. Ji ber ku piştgiriya tevgerên berxwedanê yên Filistînê, Iraqê û Lubnanê dike. Muhafizkerên nû û rastgirên Rêveberiya Amerîkayê, di wê baweriyê de ne ku berjewendiya DYA`yê di guhertina rejîma Sûriyeyê de, avakirina hikumeteke girêdayî wê ye. Sûriye, li gorî wan hemûyan, li ser stratejiya Amerîka û berjewendiyên ewlehiyê yên li Rojhilata Navîn gef e. DYA wan tevgerên rizgariyê wek komên terorîst dibîne û dihesbîne ku Sûriye bernameyên mîna çekên wêrankirina giştî bi pêş dixe. Têkiliyên xwe yên siyasî û leşkerî bi dewletên mîna Koreya Bakur û Îranê re xurttir kir.”

Murad di dawiyê de got: “Amerîka li ser gelek eniyan şer dike. Bi destê ukranyaniyan êrişan li dijî Rûsyayê pêk tîne. Lê heke ev binkeftin êo vî emouî berdewam bike û siyaseta derve ya DYA`yê wisa paş de biçe, heke êriş tu encam bi xwe re neanî, Amerîka dibe ku planeke alternatîf a têkildarî Sûriyeyê pêk bîne. Ev yek vê dawiyê me bihîstiye ku li ser hin malperên rûsyayî hate ragihand, amûrên xwe yên leşkerî û lojistîk ji Iraqê veguhastiye baregehên xwe yên li Sûriyeyê.”

Analîzvanê siyasî yê ji Iraqê Mufîd El Sedî got: “Danûstandina Rûsya û Amerîka li Iraqê, hevirkî ye. Her yek dixwaze hegemony, têkiliyên xwe li gorî guhertinên siyasî û aborî xurttir bike. Beyî ku bigihêjin asta hevirkiya rastrast bi rêya wekîlan weka li Sûriyeyê dibe.”

El Sedî wiha domand: “Iraq, ji bo Rûsyayê depoya neftê, qada firehbûnê û bidestxistina sûkên nû yên enerjiyê ye. Divê têkiliyan bi hêzên iraqî re xurttir bike. Lê ev tenê di qada ku hegemoya DYA`yê lê tune ye de dikare pêk were.”

Li gor El Seidî Iraq ji DYA`yê re cihekî stratejîk e ku siyaseta hegemonya û kontrolkirinê temam dike û ev li gotinên xwe zêde kir: “Ji kontrolkirina vebijarkên siyasî û aborî yên welêt dest pê dike û bi desteserkirina deriyên stratejîk ên Rojhilata Navîn li rojhilat û rojava bi dawî dibe.”

Her wiha El Seidî destnîşan kir ku Rûsya biryara vekişînê yan jî kêmkirina hêzên Amerîka li Sûriye û Iraqê bi kar anî da ku hegemoya xwe bi rêya lihevkirinên bi hikumeta Iraqê re, xurttir bike. Xuya dibe ku Rûs hewl didin DYA`yê di lîstika petrola Rojhilata Navîn de têk bibe.

Di dawiyê de El Seidî got: “Hevrikiya amerîkî-rûsî li Iraqê li ser gelek astan xuya bû. Ji destwerdana Amerîka ya li Iraqê, birêvebirina pêvajoya piştî hilweşandina rejîma Sedam Huseyn dest pê kir û bi ji nû ve lihevxistina kaxizên siyasî yên welêt û kontrolkirina berhemên wî, meşandina siyasetan dizîna petrolê kontrolkirin û hegemoya ye. Ji ber wê pêşbirgek di navbera Moskov û Washingtonê de xuya bû ku armanca wê, bidestxistina biryara têkildarî çarenûsa petrolê li herêmê ye.”

(bb-şx)

ANHA