Di nava şert û mercên zehmet de têkoşîna jiyanê didin

Niştecihên herêma Şehbayê hê jî ji ber dorpêça hikumeta Şamê di nava şert û mercên zehmet ên koçberiyê de têkoşîna jiyanê didin.

Di nava şert û mercên zehmet de têkoşîna jiyanê didin
4 tebax, 2023   02:08
ŞEHBA-CÛDÎ SÎPAN

Zêdetirî 5 salan hikumeta Şamê dorpêç daniye ser herêma Şehbayê. Ev saleke dorpêç girantir bûye.  Ajokarên li herêmê hêvî dikin ku depoyên erebeyên xwe ji stasyonên sotemeniyê yên li kantona Şehbayê tije mazot û benzîn bikin.

Welatiyê bi navê Horîk Seydo ku li basteya firotina sotemeniyê sekinîbû, diyar kir ku ji girankirina dorpêça li ser Şehbayê ve tu carî erebeya xwe bi temamî danegirtiye.

JI KENGÎ VE TU LI PÊŞ BENZÎNXANEYÊ NESEKINIYE?

Seydo got> "Ji dema ku em ji Efrînê koçberî Şehbayê bûne ve ez li pêş benzînxaneyê nesekinîme û min deboya erebeya xwe tije nekiriye. Em niha tenê li pêşiya basteyan disekinin."

Bilindbûna nirxê sotemeniyê jî rewş girantir kiriye. Nirxê her lîtreyeke mazotê bûye 8 hezar û 500 lîreya Sûriyeyê, nirxê benzînê jî 13 û 500 lîreya Sûriyeyê ye. Ligel têkçûna lîreya Sûriyeyê li hember dolar tê texmînkirin ku nirxê benzîn û mazotê ji vê jî bihatir bibin.

Hikumeta Şamê ji nîvê Tebaxa sala borî de tevahî rê û deriyên ber bi kantona Şehbayê ve girtine û nahêle ku sotemenî û madeyên xwarinê bikevin herêmê.

Yek ji xwediyên basteyên sotemeniyê ku nexwest navê xwe aşkera bike, destnîşan kir ku ew mazot û benzînê ji bazirganên derveyî herêmê dikirin û bi qaçaxî derbasî herêmê dike.

PÊXISTINA MATORA EREBEYÊ SÛC E!

Horîk Seyd dibêje ku êdî xebitandina erebeyê sûc e û wiha dewam dike: "Eger tu bixwazî bi rêyeke herî kin de jî biçî, mesrefa rêya 100 hezar lîreyên Sûriyeyê ye. Em nikarin lêçûna kirîna sotemeniyê û pêdiviyên rojane bidin. Derfetên kar jî tine ne.”

Seydo wiha pê de çû: "Ger yek ji ferdên malbatê nexweş bibe, divê em bibin nexweşxaneyê û dermanên ku nirxê wan 5 qat zêdetir bûye bikirin.”

Bendên kontrolê yên hikumeta Şamê nahêlin ku derman derbasî Şehba, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bibin. Lewma nirxê derman pir bilind bûye.

Hêzên hikumeta Şamê yên li ser benda kontrolê ya li têketina taxa Şêxmeqsûdê di 11′ê Tîrmehê de, ji ber ku derman dianîn dermanxaneya xwe ya li taxê, dermanfiroşê bi navê Hogir Mihemed ê xwediyê dermanxaneya Çîlo girt.

Li kêleka dorpêça giran a li ser Şehbay, êriş û topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jî berdewam dikin.

Di nava konên li kampê de em rastî Mewlûde Şemê (40) hatin ku li pêşiya çadira xwe rûniştibû. Mewlûde got ku ew dixwaz tûpekî gazê werbigire da ku xwarinê ji 4 zarokên xwe re çêke. Zarokê wê yê herî mezin 15 salî ye.

Mewlûde diyar kir ku ew nikare mehane tûpê gazê bi 150 lîreya Sûriyeyê bikire, ji lew re ew li ser paporê xwarinê çêdike.

Li gorî bîlançoya komîteya sotemeniyê, pêdiviya kantona Şehbayê mehane bi 30 hezar tûpên gazê heye. Lê hikumeta Şamê derbaskirina tûpên gazê qedexe kiriye. Ji ber wê yekê nirxê her tûpê gazê ji 35 hezaran bûye 150 hezar lîreya Sûriyeyê.

MEHEK E XWARINA GERM NEXWARINE

Mewlûde anî ziman ku ev mehek e wê ji zarokên xwe re xwarina germ çênekiriye û ji tirsa ku agir bi kon bikeve nikar agir jî li bin çadira xwe pêxe. Mewlûde ji bo serê zarokên xwe bişo jî avê li ber tavê germ dike, lewam zarokên wê nexweş dikevin.

Li kêleka têkçûna nirxê lîreya Sûriyeyê li hember pereyên biyanî û ligel dorpêça giran a hikumeta Şamê, kantona Şehbayê ber bi tunebûna hêmanên bingehîn ên jiyanê ve diçe. Ruxmî wê jî koçberên Efrînê li kêlek niştecihên kantonê ji bo vegera li ware hemû li hember hemû zehmetiyan li ber xwe didin.

(fr/c)

ANHA