Bangên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan

Daxwazên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam dikin. Şêniyan got; “Em ê xwedî li doza Rêber Abdullah Ocalan derkevin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî bixebitin.”

Bangên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan
3 tebax, 2023   23:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên bajarê Dêrikê yê girêdayî kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ew ê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi çalakiyên cuda û daketina qadan têkoşînê dewam bikin.

Welatiya bi navê Xalîse Hacî ji ber bêhelwestiya wan rêxistinên hiqûqî, mirovî CPT′yê şermezar kir û ev pirs kir: "Gelo van rêxistinan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan heta niha çi kiriye?"

Xalîse diyar kir ku tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û gefên li dijî wî, li dijî hemû pêkhateyan in û wiha pê de çû: "Em ê heta têkibirina siyasetên dagirker û dijminan li ser şop û fikrên Rêber Abdullah Ocalan bin."

Welatiyê bi navê Mihemed Şerîf Derwêş jî got: "Siyasetên tecrîdê û îşkenceya li dijî Rêber Abdullah Ocalan destpêkê li dijî gelên li hember siyasetên dagirkerî û rejîma kapîtalîst a cîhanê li ber xwe didin e."

Şênî û welatiyan banga mezinkirina têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir û got: "Divê em dakevin qadan û bang li komîteya mafên mirovan bikin ku li hember tecrîdê bi erkên xwe rabin."

Welatiyê bi navê Mehmûd Ehmed jî ferzkirina ′Cezayên dîsplînê′ û tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocaln şermezar kir û ev tişt gotin: "Rêber Abdullah Ocalan di oxira guhartina rejîma global a desthilatdar û kapîtalîst de têdikoşe û çareseriyên altirnatîf danîn da ku gel ji koletiyê xilas bibe û ji bin kontrola rejîma glolbal derkeve. Lê belê li hember dozî wî dewletek jî bi erka xwe ranebûye."

Welatiya bi navê Xane Ebdullah jî diyar kir ku ew dev ji têkoşîna li ser bingeha fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bernedin û got: “Divê em li doza Rêber Abdullah Ocalan xwedî derkevin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî bixebitin.”

Li aliyekî din jî welatiyê bi navê Mahsûm Mihemed tecrîd şermezar kir û got: "Bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan me dest bi Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Bi wê şoreşê jî jiyana hevbeş û biratiya gelan û demokrasî di nava pêkhateyên herêmê de pêk hat. Ji lew re dewleta Tirk a dagirker û dewletên hevalbendên wê hewl didin vê fikirî bi rêya girankirina tecrîdê û qedexeya hevdîtina malbat û parêzeran bi Rêbertî re têk bibin."

Mihemed anî ziman ku ewê li ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bidomînin û got: “Em ê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî têkoşînê bilind bikin. Ji ber ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya tevahî gelên bindest e."

(fr/c)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/J-htvp4bI2k" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>