Komxebata Şengalê: Divê hikûmeta Iraqê tifaqa li Şengalê esas bigire!

Di komxebata ‘Yekîtîya me hêza li dijî zilmê ye’’ de, li ser navê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê Dawid Cindî axivî û got; “Me xwest em dengê Şengalê û Deşta Nînowayê bikin yek. Em weke Heyeta Tensiqî ya Şengalê dixwazin beşdarî bernameya hikûmeta Iraqê ya li ser Şengalê bibin û divê hikûmet vê tifaqa me esas bigire.’’

Komxebata Şengalê: Divê hikûmeta Iraqê tifaqa li Şengalê esas bigire!
3 tebax, 2023   20:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Şengalê komxebata ku bi pêşengiya Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê ve bi dirûşmeya ‘’Yekitiya me hêza li dijî zilmê ye’’ hate lidarxistin, bi peyam û axaftinên mêvanan bi dawî bû. Di komxebatê de nûnerên gelên Şengalê banga xurtkirina yekîtiyê kirin û herwiha bang li Iraqê jî kirin ku hemû bernameya xwe ya li ser Şengalê, bi îradeya gelên Şengalê re nîqaş bikin û bi hev re bernameyek deynin.

Piştî axaftina vekirinê, Berpirsê YNK’ê yê Şengalê Dawid Cindî li ser navê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê axivî. Dawid Cindî di destpêka axaftina xwe de bibîrxist ku 9 sal di ser fermana Şengalê derbaz dibin ku herkes bûye şahide vê komkujiyê û wiha berdewam kir: ‘’Em dixwazîn balê bikşînin ser wê yekê ku gelek plan li ser civaka Êzidî û Şengalê hene. 9 sal di ser fermanê re derbaz bûn lê mixabin hê jî bi dehezaran gelê me li kampane û zext li ser wan tê kirin ku venegerin Şengalê. Me xwest em dengê Şengalê û Deşta Nînovayê bikin yek, me ev hêz tifaq avakir ku em denge gele xwe bigihînin cihên eleqedar.’’

‘Em dixwazin bernama Şengalê bi hikûmetê re deynin’

Dawid Cindî li ser navê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê û gelên Şengalê ev peyam da dewleta Iraqê: ‘’Em weke Heyeta Tensiqî ya Şengalê dixwazin beşdarî bernameya hikumeta Iraqê ya li ser Şengalê bibin û divê hikûmet vê tifaqa me esas bigire. Em li ser navê gelê Şengalê dibêjin ku her çi bêyî me li ser navê Şengalê were kirin em qebûl nakin, red dikin. Em careke din nahêlin ku ti kes me teslîmî wan kesan bike ku beriya fermanê qaşo parastina me dikirin.’’

Nûnerê Parêzgarê Mûsilê Mûsilê: Pirsgirêka Şengalê siyasî ye

Li ser navê Waliyê Mûsilê jî Elî Emer Gepo di komxebatê de axivî û got: ‘’Em vê roja reş bibîr tînin, em ji hemû dinyayê re dibêjin ku DAIŞ liv ê çiyayê pîroz şikest. Gelek êş bi me dan kişandin lê me difna wan li erdê xist. Wê dîrok berxwedana Çiyayê Şengalê binivîse. Ez weke kesekî Êzidî dibêjim, pirsgirêka Şengalê pirsgirêkek siyasî ye.’’

‘Divê gelê Şengalê rêveberiya xwe ava bike’

Nûnerê Şehîdên Şîa Seyîd Muhsîn Mehmûd El Erecî jî anî ziman ku li rexmê ev 9 sal di ser fermanê re derbas bûne jî qêrîna dayik û zarokan hê jî di guhê wan de ye û wiha berdewam kir: ‘’Hin daxwazên me hene ku divê were pêkanîn. Ya yekemîn, divê em bibin yek û dengê me yek be. Ya duyemîn, rêveberiyeke xweser ya Şengalê were avakirin bi destê gelên Şengalê. Ya sêyemîn, mijara gorên komî were çareserkirin. Ya çaremîn mafê şehîdên fermanê were dayîn. Ya din, ji bo kesên di destê DAIŞ’ê de lêgerîneke xurt were kirin.’’

Di komxebatê de herî dawî li ser navê Rêveberiya Xweser ya Şengalê Hecî Ecem axivî. Hecî Ecem bang li hikûmeta Iraqê û herwiha Neteweyên Yekbûyî kir da ku berê xwe bidin Şengalê û rewşa Şengalê bibînin û got: ‘’Divê pirsgirêkên Şengalê were çareserkirin.’’

Komxebatê, piştî axaftin û peyaman bi dawî bû.