`Divê civata navneteweyî hesabê ji kesên destê wan di komkujiyê de hene bipirsin`

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya şehîdên komkujiya Şengalê bi bîr anîn û bang li civata navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe yên exlaqî û qanûnî bînin cih û hesab ji kesên destê wan di komkujiyê de hene, bipirse.

`Divê civata navneteweyî hesabê ji kesên destê wan di komkujiyê de hene bipirsin`
`Divê civata navneteweyî hesabê ji kesên destê wan di komkujiyê de hene bipirsin`
`Divê civata navneteweyî hesabê ji kesên destê wan di komkujiyê de hene bipirsin`
`Divê civata navneteweyî hesabê ji kesên destê wan di komkujiyê de hene bipirsin`
3 tebax, 2023   18:33
TEBQA

Bi dehan jin, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, nivîsgeh, komîteyên jinan, tevgerên jinan ên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya, bi boneya salvegera 9`an a komkujiya DAIŞ`ê daxuyaniyek da.

Endama meclisê, Necah El Hisên daxuyanî xwend û tê de got: “Îro salvegera 9`an a komkujiya Şengalê ye ku çeteyên DAIŞ`ê li dijî xelkê Şengalê 3`yê Tebaxa 2014`an pêk aniye û armanca wê, qirkirina gelê Êzidî û tunekirina dîrok, çanda wî ya kevnar e.

Lê ew bi ser neketin. Tevî zulm û çewisandinê xelkê Şengalê serî hilda. 

Bi hezaran zarok, jin, mêr hatin kuştin û di gorên komî de hatin veşartin. Zêdetirî 400 hezar êzidî koçber bûn. Hezar û 500 jin hatin tecawîzkirin û li sûkan hatin frotin.

Civata navneteweyî ku helwesteke şermûk nîşan da, berpirsê êşa gelê êzidî ye.

Şervanên YPG, YPJ û HPG`ê parastina êzidiyan kir, bi hezaran ji wan rizgar kirin û ew gihandin herêmên ewle, fedakariyên mezin û bi rûmet kirin. Gelê Êzidî wan ji bîr nake ku bûn sembola têkoşîn û berxwedana leheng.

Em tevahî şehîdên komkujiyê bi bîr tînin. Em bang li civata navneteweyî dikin ku berpirsyariyên xwe yên exlaqî û qanûnî bînin cih û hesabê ji kesên destê wan di komkujiyan de hene, bipirsin. Ji bo ku komkujiyên wisa careke din dubare nebin.”

Piştî bidawîbûna daxuyaniyê, jinan mûn li ber wêneyên şehîdên komkujiyê pêxistin.

(şx)

ANHA