Li Girê Spî çeteyek dewleta Tirk a dagirker hate kuştin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ber deriyê sînor ê Girê Spî bi hev ketin. Di encamê de çeteyek birîndar bû.

Li Girê Spî çeteyek dewleta Tirk a dagirker hate kuştin
3 tebax, 2023   17:10
EYN ÎSA

Çavkaniyekî xwecih ê ji kantona Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku çeteyên Cebhe El Şamiye û Feyleq El Mecid û Feyleq El Salis li ber deriyê sînor ê Girê Spî dawiya Tîrmehê bi hev ketine. Di encamê de çeteyek Cebhe El Şemiye yê bi navê Muhened Seid Heftar (Ebû Seid Hirêtan) hatiye kuştin.

Bi vê daneyê re, hejmara çeteyên ku ji ber şerên ji bo kontrolkirina deriyê sînor çêbûne, derket 3 kuştî û 4 birîndaran.

(şx)

ANHA