`Dewleta Tirk rasterast sivîlan dike hedef`

Welatiyên di topbarana dewleta Tirk a dagirker de ya li dijî gundewarê Til Temirê birîndar bûne, destnîşan kirin ku dewleta Tirk rasterast ew kirine hedef. Her wiha diyar kirin ku Tirkiye hertim sivîlan dike hedef.

`Dewleta Tirk rasterast sivîlan dike hedef`
3 tebax, 2023   16:50
HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê îro piştî nîvor gundên El Ebûş û El Şêx ên bakurê navçeya Til Temirê li ser rêya navçeya Zirganê topbaran kir. Di encamê de 5 welatî ji gundên El Ebûş birîndar bûn.

Li gorî agahiyên destpêkê, dewleta Tirk a dagirker gundê El Ebûş bi 5 topan topbaran kiriye, di encamê de welatiyên bi navên; Hisên Elî Hemîra, Ebdulbaqî Seyd Elî, Mahir Hisên Hemîra, Besam Hemîd Eglê û Ebdulkerîm Deham birîndar bûn.

Welatiyê birîndar ê bi navê Ebdulkerîm Deham ji ajansa me re axivî û behsa bûyerê kir: “Em li gundê El Ebûş bûn, ji nişkan ve dewleta Tirk bi çend topan gundê me topbaran kir. Pê nehesîm çêbû. Bes min zanî ku birîndar bûme.”

Welatiyê bi navê Besam El Hemîd ê di êrişê de ji bendê xwe birîndar bûye wiha axivî: “Dewleta Tirk 5 top li gund berandin. Min tiştek li pêşiya xwe nedît, top bi ser min de ketin. Ji ber wê ji sing, zik û destê xwe de birîndar bûm.”

Di heman çarçoveyê de, welatiyê Mehir Hisên Hemîra yê ji lingê xwe de birîndar bûye got: “Li gund tiştek tune bû. Rewş aram bû. Lê dewleta Tirk a dagirker ji nişkan ve gund topbaran kir. Di encamê de 5 kes birîndar bûn û ez di nav de bûm. Dewleta Tirk a dagirker rasterast sivîlan û gundiyan kir hedef.”

(şx)

ANHA