Çeteyên Tehrîr El Şam zarokekî 12 salî da ber qemçiyan

Çeteyên 'Heyet Tehrîr El Şam' bi tohmeta ku cixare ji Efrînê bi qaçaxî derbasî Idlibê kirine, bi qemçiyan îşkence li zarokekî 12 salî kir.

Çeteyên Tehrîr El Şam zarokekî 12 salî da ber qemçiyan
3 tebax, 2023   13:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Binpêkirinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku navenda wê li Ewropayê ye, çeteyên Heyet Tehrîr El Şam bi tawanbariya ku cixare ji bajarê Efrînê bi qaçaxî derbasî bajarê Idlibê kirine, bi qemçiyan li zarokekî 12 salî xist.

Hat ragihandin ku zarokê îşkence lê hatî kirin, bi bihaneya ku qanûnên li herêmê binpê kirine ji aliyê dewriyeyeke koma çeteyan a navborî ve hatî revandin.

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam û komên din ên çeteyan ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li herêmên Sûriyeyê yên ku dagir kirine, sûcên qetilkirin, îşkencekirin, revandin, biçekkirina zarokan û desteserkirina mal û milkên şêniyan didomînin.

(c)