QSD'ê nasnameya şehîdekî eşkere kir

QSD'ê ragihand ku şervanê wan Nesar El Selcî dema li erka xwe bû 2`yê Tebaxê li Şedadê şehîd bûye.

QSD'ê nasnameya şehîdekî eşkere kir
3 tebax, 2023   13:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî şehadeta şervanê xwe Nesar El Selcî daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên me Hêzên Sûriya Demokratîk operasyonên xwe yên leşkerî û ewlehiyê yên berfireh ên li dijî rêxistina 'DAIŞ' a terorîst didomîni. Di encama van operasyonan de bi dehan endamên şaneyên veşartî û berpirsên wan têne girtin. Rêxistina terorîst hîna xetereyeke mezin li ser ewehî û istiqrara herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêdike.

Duh (Çarşemê), dema ku hejmareke şervanên me di erebeyeke leşkerî de erka xwe li herêma Seida ya girêdayî Şedadê pêk dianî, ji aliyê komên nenas ve êriş li ser wê hat kirin. Di encama êrişê de şervanê me Nesar Mayûf El Selcî (Sexir) şehîd bû.

Hevrê Sexir ji bo pêkanîna erka xwe ya parastina gelê xwe ji tevahî gefan tevli refên hêzên me bû û di şerên li dijî rêxistina 'DAIŞ' a terorîst de lehengî fedakariyeke mezin nîşan da. Hevrê Sexir mînakên şervanê berxwedêr ê ku ji zehmetiyan natirse bû. Xwedî rihekî hevaltiyê bû, ji kar û têkoşîna hevpar a bi hevalên xwe re hez dikir. Hevrê Sexir erkên xwe bi rêk û pêk bi cih dianî.

Ji ber şehadeta hevrêyê me, em sersaxiyê ji xwe û ji tevahî malbatên şehîdên xwe re dixwazin. Wê îsrar û baweriya me ya domadina têkoşînê zêdetir bibe heta ku tevahî cureyên terorê tune bikin û ewlehî û aştiyê li herêmê mîsoger bikin.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Sexir

Nav û paşnav: Nesar El Selcî

Navê dayikê: Hesa

Navê bav: Mayûf

Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrazor-Sibêxan-1985

Cih û dîroka şehadetê: Seida-Şedadê-2'yê Tebaxa 2023."

(bb)