YPG: Şehîdên me parastina Şengalê emanetî me kirin

Fermandariya Giştî ya YPG`ê şehîdên fermana Şengalê bi rêzdarî bi bîr anîn û diyar kir ku çawa 2014`an xwedî li Şengalê derketin, ew îro jî û her tim ji bo parastina Şengalê amade ne.

YPG: Şehîdên me parastina Şengalê emanetî me kirin
3 tebax, 2023   09:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di salvegera 9`emîn a fermana Şengalê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de, di serî de jin, tevahî gelê ku bi awayekî hovane hatin qetil kirin bi rêzdarî hatin bibîranîn û hemû kes û hêzên ku ev komkujî plan kirine û pêk anîne, hatin şermezarkirin.

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku qetlîama li ser êzidiyan di dîroka mirovahiyê de yek ji komkujiyên herî giran e û hat gotin: “Di serî de hêzên berpirsên herêma Şengalê yên wê demê, tevahî dewletên herêmî û navneteweyî li hemberî vê qetlîamê xwe kor û kerr kirin. Ev komkujî ne tenê ji bo herêmê ji bo mirovahiyê jî şermeke mezin bû. Ji bo ku gelê me yê Êzîdî careke din bi komkujiyên bi vî rengî re rû bi rû nemîne, mirovahî û hemû hêzên cîhanî deyndarin ku li kêleka gelê me yê Êzîdî bin û piştgiriyê bidin têkoşîna azadiyê ya ku ji bo hebûna xwe didin meşandin.”

Di dewama daxuyaniyê de bal li ser xwedîderketina Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, YPG û YPJ’ê li Şengalê hat kişandin û hat diyarkirin ku bi berxwdana keç û xortên Şengalê ya li rex gerîla û şervanên YPG-YPJ`ê pêşî li “vê qirkirina xedar” hate girtin.

Di berfirehiya daxuyaniyê de hat gotin ku jenosîda êzidiyan a ku DAIŞ’ê nîvço hiştibû, îro dewleta Tirk a dagirker hewl dide temam bike. Li hember êrişên dewleta Tirk ên dijî gel û hêzên parastina Şengalê bang li hemû dewlet û hêzên navneteweyî hat kirin ku bikevin nav liv û tevgerê û dewleta Tirk a dagirker ku hevkariya DAIŞê dike bidin sekinandin û hêsabên pêwîst jê bipirsin. 

Fermandariya YPG`ê di dawiya daxuyaniyê de soza xwedîderketina li Şengalê dubare kir û diyar kir, “Em ê îro û her tim weke duh bi hemû hêza xwe li cem gelê xwe yê Êzîdî bin. Eger êrîşeke nû li ser gelê me yê Êzîdî pêk bê, em ê vê weke êrîşa li ser xwe bihesibînin û li gor wê tevbigerin. Şehîdên me yên leheng Şengal ji me re weke emanet hiştin.”

(c)