KJAR: Jinên Şengalê tirseke mezin di dilê DAIŞ'ê de da avakirin

KJAR’ê bi wesîleya 9’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an daxuyaniyek da û got: " Jinên Şengalê li ser raman û paradigmaya Rêber Apo hêz û vîna xwe nas kirin û di beşên civakî, leşkerî û siyasî de xwe bi rêxistin kirin. Her yek bûne pêşengek ji civakê re ku di dilê DAIŞ’ê de tirsek mezin da avakirin."

KJAR: Jinên Şengalê tirseke mezin di dilê DAIŞ'ê de da avakirin
3 tebax, 2023   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan (KJAR) bi wesîleya 9’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxê daxuyaniyek nivîskî weşand. KJAR’ê diyar kir ku, bi îradebûna komelgeha Êzidî di pêşengiya jinê de plana tarîkperestan û desthilatdaran vala hatiye derxistin.

Di daxuyaniya KJAR’ê te ev tişt hate gotin:

 “ 9 sal li ser fermana 74’an li ser Şengalê derbas dibe. Di dîroka 3’yê Tebaxa 2014’an de, terorîstên DAIŞ’ê, êrişî gelê Şengal kirin. Li dijî êrişan gelek zarokên hêja û bi rûmeta ji 4 beşên welat, li ser axa pîroz a Şengalê, bi lehengî canê xwe fedayê nîştiman û azadiyê kirin. Bi wesîleya vê rojê, em hemû şehîdan bi bîr tînin. Têkoşîn û berxwedana şehîdan, gelek rêyên zehmet hêsan kir, berdewamî di rêyê şehîdan de wê serkeftinê misoger bike.  Kurdistan di demên cuda de, şahîdî ji gelek berxwedanî, têkoşîn û di heman demê de îxanetan kiriye. Di rûpelên dîrokê de, hem rojên bi êş, hem jî rojên gelek xweş hatine nivîsandin. Civaka Êzidî, ji vê yêkê bê par nemayê. Dîroka gelê Êzidî gelek kevnare û ev civak bi salane ku bi çanda jin- Dayik dijî. Çanda ku welatparêzî di nava xwe de dihewîne û heya rojên îro xwe parastiye. Ev çand bi salan li hember her cure qirkin li ber xwe da. Îro jî ev berxwedan, gihiştiye asta herî bilind. Di fermana 74’an de jî dijminê mirovahiyê, hewl da ku di şexsê Şengalê de, hemû deskeftiyên mirovahiyê dagir bike. Hêzek tarîkperest bi zihniyek tarîkperest dikare bimeşe. DAIŞ di bingeh de nûnertiya hêz û zihniyeta mêr a serwer dikir, ku manewiyat bin pê dikir. Di encama vê êrişê de, hejmarek zêde ya jinên Êzidî dîl hatine giritin, hatin firotin, koçber bûn û gelek ji wan aqûbeta wan ne diyar e. Ev yek rastiya zihinyeta mêr a serwer baş nîşan dide ku li kur be, êrişê destketiya civak û manewiyata wê dike.

 ‘JINÊN ÊZIDÎ TIRSEK MEZIN XIST DILÊ DAIŞ’Ê

Her çiqas ku hêzên hegemonîst xwestin ku di şexsê DAIŞ’ê de, xwe li her derê Rojhilata Navîn serwer bikin jî, lê têkoşîna jinan li Kurdistanê vê yekê vala derxist. Bi salane li seranserê Kurdistanê jin li hemû qadan xwe bi rêxistin kirine û pêşengiya civakê dikin. Li Şengalê jî ev rastî li pêş e. Jinên Şengalê li ser raman û paradigmaya Rêber Apo hêz û vîna xwe nas kirin û di beşên civakî, leşkerî û siyasî de xwe bi rêxistin kirin. Her yek bûne pêşengek ji civakê re ku di dilê DAIŞ’ê de tirsek mezin da avakirin. Jinên Êzidî nîşan dan ku azadî berdêl dixwaze. Ji bo têkbirina DAIŞ’ê gelek berdêlên giranbuha jî dan."

KJAR’ê serhildanên ku bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku ev 11 meh in dewam dike jî bi bîr xist û got, “11 meh in jinan li seranserê Îranê li hember zihniyeta ku wan weke objeyek dihesibîne şer kirin. Deshilatdarên Îranê di vê demê de, qed û qed nesekinîn. Ji dibistanan heya zanîngehan, ji kolanan heya girtîgehan, kir qadên serkutkirina jinan! Her roj asta êrişên xwe girantir kirin. Meclis bu cihê biryarên dijî jinan. Ji bo ku paş ve gav bi jinan bidin avêtin û bênefes bihêlin, her cure siyaset meşandin. Lê belê, li dijî wê jinan li Îranê gelek pênaseyên desthilatdaran ên derbarê jinan de şikandin û di bin dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûne mînak ji hemû jinên cîhanê re.  Carek din diyar bu ku hêza şoreşa jin bi zagonan nikare were sekinandin.

 ‘JIN HÊZ JI HEV DIGIRIN

Di demeke ku şoreş li Îranê berdewam dikir, li welatê cîran desthilatdariya Talîbanê rojane mafê jinan sînordar dikir. Jinên Efganistanê li dijî Talîbanê têkoşînek bê hempa dimeşînin. Her çendî desthilatdariya Talîban, her roj bi biryarek nû ji bo jinan dikeve tevgerê jî, jin gav paş ve navêjin û têkoşîna xwe berfirehtir dikin. Vê yekê baş nîşan dide ku her çiqas pergala sermayedarî ya cîhanî, bi awayekî sîstematîk êrişî jinan bike jî, têkoşîna jinan roj bi roj zêdetir dibe. Jinan, êşê hev fêm dikin û ji hev û du jî hêz digirin. Peywendiyên jinan li cihê cuda vê yekê nîşan dide ku, coxrafya û çanda ciyawaz nikare bibe asteng. Ji ber têkoşîn û hevgiritina jinan gihîştiye asta cîhanî. Jin li Şengal, Îran ango Efganistanê li ku dibin bila bibin, ji hev û du hêz digirin û têkoşîna xwe berfire dikin.

BI HEVGIRTINA JINAN WÊ PERGALA DESTHILATDARIYÊ TÊK BIÇE

Weke KJAR’ê carek din em hemû şehîdên rêya azadî bibîr tînin û dibêjin ku hîn zihniyeta mêr ya serdest bi hemû şêwazê li ser civaka Êzidî û Afganistan û Îran berdewam e, ji bo şikandina vê zihniyetê û temamkirina qirkinê jinan, xebat û têkoşîna bê navber pêwîst e. Di vê demê de, kampanya KJK’ê bi dirûşma ‘li hemberî êrişên mêran ên hegemon, em bi jinên Afganistan û Şengalê re ne ‘pir bi wate û di demê de ye. Di bingeha vê kampanyê de, êş, armanc û têkoşînên hevpar hene. Li ser vê bingehê, em weke KJAR’ê, hem vê kampaniya girîng dibînin, hem jî hewl didin ku xebata xwe di vê çarçoveyê de berfireh bikin. Her wiha jin û civaka azadîxwaz, dixwazin ku pêşwazî ji vê kampanyayê re bikin. Bê guman bi hevgirtina jinan, pergala mêr a destihilatdar wê têk biçe.