​​​​​​​Parêzeran ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan  careke din serlêdan kir

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibe muwekîlê xwe Rêber Abdullah Ocalan bibîne serlêdan kir.

​​​​​​​Parêzeran ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan  careke din serlêdan kir
3 tebax, 2023   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo karibin Rêber Abdullah Ocalan bibînin ku di nava tecrîdeke giran de ye, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran ji bo dîtina Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin.