ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2-8-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2-8-2023
1 tebax, 2023   23:00

Şêniyên bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku gef û zextên li dijî Rêber Abdullah Ocalan di gitîgeha Îmraliyê de û nameyên gefxwarinê yên radestî wî hatine kirin vîn û berxwedana gelên bi fikir û felsefeya wî bawer in, têk nabin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û got piştgiriya HPG′ê dê serkeftinê bîne û planên dewleta Tirk a dagirker têk bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Sîhanok Dîbo diyar kir ku civîna li Lozanê dibe ku bibe gaveke ber bi avakirina yekitiya Kurdan ve û got “Lozana civakî nayê wateya qebûlkirina Lozana neteweyî, lê belê ji bo sererastkirina rewşa herêmê ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Berdevka Kongra Star a Qamişlo da zanîn ku qetilkirina jinan di bin navê namûsê de encamên zihniyeta paşverû ye û got: "Ji bo guhertina vê zihniyetê jî em ê bi israr tekoşîna xwe bi perwerde û hevdîtinên bi civakê re dewam dikin.''(BI WÊNE Û DÎMEN)

Mamosteyê Dîrokê yê Zanîngeha El Ezher Mehmûd Zayid diyar kir ku ji ber peymanên Lozan û Sykes-Picot herêm li paş maye û hatiye parçekirin. Zayid got “Projeya neteweya demokratîk a birêz Ocalan li hember van siyasetan û ji bo rizgarkirina herêmê nimûneyeke cîhanî ye. Ji bo bidawîkirina aloziyên li Rojhilata Navîn divê ev proje bê esasgirtin.”

Endamên Kongra Star a navçeya Ehdasê êrişên ser Bakur û Rojhilata Sûriyeyê şermezar kirin û diyar kir ku dê berxwdana xwe mezintir bikin û projeya neteweya demokratîk biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li gorî raporan, serdana serokê Misirê ya ji bo Tirkiyeyê ku dihat payîn dawiya Tîrmehê pêk hatiba, hat betalkirin. Çavdêran betalkirina vê serdanê spartin hebûna dosyayên bigirêk ku li pêşiya hewldanên ormalîzkirina têkiliyên Enqere-Qahîreyê dibin asteng. Gelo rêgeha normalîzekirinê hat betalkirin, an ev tişt tenê axaftinên medyayî ne.

Mala Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Bi misogeriya şoreşa jina azad em dê malbata demokrat pêş bixin” konferansa xwe ya duyemîn li hola Serdem a bajarê Hesekê li dar dixe saet di 9:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo nîqaşkirina rewşa aborî ya li herêmê civîneke neasayî li hola civînan a Meclisa Rêveber a li Reqayê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, encamên ezmûnên refên 12 û 9, xwendina serbest eşkere dike saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeyên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mutesêm Akyorîk li goristana Şehîd Xebat a li bajarê Dêrikê oxir dike saet di 18:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a Helebê bi merasîmekê komkujiya Şengalê bi bîr tîne saet di 18:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star bi koordînasyona Meclisa Navçeya Şedadê û Mala jinan$ û Çand û Hunerê ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya Şengalê çalakiyek li Parka Serok li dar dixe saet di 19:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)