​​​​​​​`Ji bo guhertina zihniyeta paşverû em bi israr têdikoşin`

Berdevka Kongra Star a Qamişlo da zanîn ku qetilkirina jinan di bin navê namûsê de encamên zihniyeta paşverû ye û got: "Ji bo guhertina vê zihniyetê jî em ê bi israr tekoşîna xwe bi perwerde û hevdîtinên bi civakê re dewam dikin.''

​​​​​​​`Ji bo guhertina zihniyeta paşverû em bi israr têdikoşin`
2 tebax, 2023   00:45
QAMIŞLO

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên hedefgirtin û qetilkirina jinan derdikevin. Herî dawîn jî li navçeya Til Koçerê ya kantona Qamioşlo jineke ciwan bi navê Rewaa Mislih El Uweyid ji aliyê birayên xwe ve hat qetilkirin.

Têkildarî mijarê berdevka Kongra Star a Kantona Qamişloyê Şaha Xelîl ji ajansa me re axivî.

Şaha Xelîl diyar kir ku sûcê qetilkirina jinan bi sedên salan heye û got: "Ev kiryar encamê zihniyeta baviksalar, desthildar, neqebûlkirina azadiya jin û fikra paşverû  ye. Bi vê fikra jin namûs dibînin wan qetil dikin. Jin ne namûsa tu kesî ye, namûsa me ax û welatê me ye,  ji ber wê em zihniyeta baviksalar red dikin. Em jî dibêjin em ê sedsala 21`an bikin sedsala azadiya jin, ne sedsala qetilkirina jinan e. Em jî ji bo guhertinê têkoşîneke bê navber didin meşandin.”

Der barê xebatên guhertina zihniyeta baviksalar de Şaha Xelîl da zanîn ku bêhtir li herêmên ku bûyerên qetilkirinê tê de rû didin ew nîqaşa û hevdîtinan bi serokeşîran re pêk tînin û wiha domand: "Em ji wan re doza azadiya jin û jiyana hevbeş ku jin û mêr bi hev re dibin xwedî biryar, şîrove dikin. Li gelek bajaran perwerdeya li ser jiyana azad di nava 3 rojan de ji mêran re tê dayîn. Ji bo pêkanîna guhertineke zihnî salên dirêj dixwaze. Heta niha di şoreşê de bi hezaran jin bûne pêşeng, ev jî gaveke serkeftî di pêkanîna guhertinê de ye.”

Şaha Xelîl destnîşan kir ku divê qatilên jinan di bin navê biryarê efûyê jî neyên efûkirin, cezayê giran ji bo qatilan bê dayîn û anî ziman ku divê bi rêya gel re bên darizandin.

Şaha bal kişand ser pradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan a ku banga azadiya jinan jî dike û got: “Yek ji sedemên ku hêzên komploger rê li ber azadiya jinan digirin, meşandina tecrîdeke giran dijî Rêber Apo ye, ji ber dibêje; heke tu bixwazî civakekê azad bikî, tû yê bi jinê dest pê bikî.”

Berdevka Kongra Star a Kantona Qamişlo Şaha Xelîl da zanîn ku ji bo armanca wan pêkanîna azadiya jinê û got, ''Divê jinên ji pêkhateyên cuda yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi yek helwestî di bin dirûşma  'Jin, Jiyan, Azadî' de ber bi şoreşa jinê ve tev bigerin. Wê demê wê zihniyet bê guhertin, bûyerên qetilkirina jinan namînin û em ê bikaribin çirûska şoreşa xwe bighînin cîhanê tevahî, em li ser vê yekê jî bi israr in.”

ANHA