Piştî betalkirina serdana Sîsî normalîzekirina têkiliyên Tirkiye-Misirê li ber têkçûnê ye

Li gorî raporan, serdana serokê Misirê ya ji bo Tirkiyeyê ku dihat payîn dawiya Tîrmehê pêk bihata, hat betalkirin. Çavdêran betalkirina vê serdanê spart hebûna dosyayên bigirêk ku li pêşiya hewldanên normalîzkirina têkiliyên Enqere-Qahîreyê dibin asteng. Gelo hewldanên normalîzekirinê bi dawî bûn?

Piştî betalkirina serdana Sîsî normalîzekirina têkiliyên Tirkiye-Misirê li ber têkçûnê ye
2 tebax, 2023   06:52
QAHÎRE- MUHSIN EL MISIRÎ

Wezareta Karên Derve ya Misirê 4’ê Tîrmehê ragihandibû ku dê asta têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Misir û Tirkiyeyê de bigihînin asta balyozan.

Rojnameya Independent a tirkî jî roja 5’ê Tîrmehê di raporekê de ragihand ku Sîsî dê roja 27'ê Tîrmehê serdana Tirkiyeyê bike û li Enqereyê bi hempîşeyê xwe yê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re bicive. Her wiha got her du alî dê têkiliyên dualî û geşedanên herêmî gotûbêj bikin.

Serdana Sîsî ya bo Enqereyê di dema diyarkirî de pêk nehat. Di 28'ê Tîrmehê de Sîsî li bajarê Strasbourg ê Rûsyayê beşdarî civîna Rûsya-Afrîkayê bû. Sîsî qala cudahiyên nêrînên Qahîre û Enqereyê yên li ser çend dosyayên kir ku dibe sedema paşxistin an betalkirina serdana bê.

Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Hanî El Cemal anî ziman ku ruxmî eleqeya Erdogan a bi vegerandina têkiliyên bi Misirê re û ruxmî lezbûna nêzîkbûna Misir-Tirkiyeyê, lê mijarên siyasî û yên cîhanê hene ku bandorên xwe li dema hevdîtina her du aliyan ferz kir.

Hanî El Cemal mijarên ku serdana Sîsî bo Tirkiyeyê betal kir, spart van xalan; lûtkeya Rûsya-Afrîkayê ku Sîsî bi xurtî tev lê bûbûn, civîna komên Filistînê, serdana ji nişkê vê ya serokê Filistînê Mehmûd Ebas Ebû Mazin a bi Îsmaîl Heniye re ku li Tirkiyeyê pêk hatibû.

El Cemal diyar kir ku dosyaya Lîbyayê, bi taybetî mijara derxistina hêzên biyanî, komên çete û milîsên alîgirên Tirkiyeyê, her wiha derxistina Îxwan El Muslimîn, yek ji dosyayên bigirêk a di navbera têkiliyên Qahîre û Enqereyê de ye. El Cemal anî ziman ku Enqere heta ku girêbestên têkildarî geşkirina aborî bi dest nexe û rewşeke baş ji bo siberoja hevalbendên xwe mîsoger neke, şertên Qahîreyê qebûl nake.

Hanî El Cemal îşaret pê kir ku dosyaya gazê û dosyaya beşdariya Tirkiyeyê di Foruma Gazê ya Rojhilatê Deryaya Spî de yek ji wan dosyayan e ku heta niha lihevkirin li ser çênebûne û got: “Bi taybetî heta niha lihevhatineke guncaw di navbera Qibris, Yewnanistan û Tirkiyeyê de çênebûye. Ev jî beşdariya Tirkiyeyê ya li forumê asteng dike. Ji vê zêdetir qeyrana gazê ya Îsraîlê û derbaskirina gazê di benderên Tirkiyeyê re heye.”

El Cemal anî ziman ku tevî ku ev sedem serdan taloq kir jî, lê hevdîtina Erdogan û Sîsî mijarek girêdayî demê ye da ku ji bo çareserkirina gelek dosyayan de nêrîneke hevbeş bibînin, têkiliyên bazirganiyê aktîf bikin, tevkariya di warên pîşesazî û leşkerî de xurt bikin.

Lêkolînerê kar û barên Tirkiyeyê Dr. Usama El Seîd jî ji ANHA'yê re axivî û got: "Demek ji serdana Sîsî ya bo Enqereyê re nehatibû eşkerekirin, ji ber vê yekê zehmet e, em bibêjin serdan hatiye paşxistin an betalkirin.”

El Seîd diyar kir di her têkiliyeke navneteweyî de cudabûna nêrînan an jî nakokiyan li ser hinek mijaran tiştekî asayî ye û got li cem Misir û Tirkiyeyê çarçoveyên dîplomatîk hene dikarin van nakokiyan çareser bikin anku bi kêmanî her aliyekî rêzê bide berjewendiyên aliyê dîtir.

Usama El Seîd îşaret pê kir ku hebûna milîsên Tirk li Lîbyayê yek ji xalên herî girîng ên nakok ên her du aliyan e û diyar kir ku nîqaşên her du aliyan ên li ser vê dosyayê hîna bi dawî nebûne.

Têkildarî hêrsa Misirê ya li hemberî rola Tirkiyeyê ya di dosyaya Filistînê de û bandora vê yekê li têkiliyên Misir û Tirkiyeyê El Seîd ev nirxandin kir: "Xwestekeke xurt a Tirkiyeyê heye ku rola wê di dosyaya Filistînê de hebe û pêvajoya aştiyê ya di navbera Filistîn û Îsraîlê de berdewam bike. Erdogan dixwaze hevdîtinekê di navbera serokê Filistînê Ebû Mezin û serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu de bi rêxistin bike. Diviyabû ku Netanyahu hemwextî serdana Ebas serdana Enqereyê kiriba, lê ji ber rewşa wî ya tenduristiyê ev serdan pêk nehat.”

El Seîd diyar kir ku Ebû Mazin ev agahî da Tirkiyeyê ku 'Misir lêvegera sereke ya dosyaya Filistînê ye' û got: "Misir destekê dide hewldanên her dewletekê yên ji bo çareserkirina dosyaya Filistînê, di vê çarçoveyê de hewldanên Cezaîr, Erebistana Siûdî û hewldanên hinek dewletên din ên ji bo vê dosyayê pêşwazî kirin. A ku Qahîreyê aciz dike hewldana kişandina hin alîyan e ku bi rolên ku zirarê didin doza Filistînê bilîzin, ji ber ku ev yek hewldanên mezin ên ku têne kirin, têk dibe.”

(bb)

ANHA