Balafirên dewleta Tirk derdora Şêxan ê Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin

Medya Iraqê ragihand ku ji beriya danê nîvro balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker derdora gundên Mêrsîda û Bîrobasfire yên bajarokê Şêxan ê rojhilatê Dihokê bombebaran kirin.

Balafirên dewleta Tirk derdora Şêxan ê Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin
30 tîrmeh, 2023   16:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker rojane bê navber navçeyên Başûrê Kurdistan û Iraqê êriş û bombebaran dike ku di enamê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Her wiha bombebaran bûne sedema şewitîna zevî baxên welatiyan.

Medya Iraqê li gorî agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê wergirtine, ji beriya danê nîvro balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, derdora gundên Mêrsîda û Bîrobasfire yên bajarokê Şêxan ê rojhilatê Dihokê, du caran bombebaran kirine.

Heman çavkaniyê diyar kir ku di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker de agir bi daristan û pûşên herêmê ketiye û ziyaneke mezin li bax û zeviyên welatiyên herêmê çêbûye.