`Serkeftin dê para gel be ku çekê şehîdan li hember dijmin rakiriye`

Şêniyên kantona Qamişlo soz dan ku bi şopandina rêya şehîdan û xwedîderketina li çeka wan dê tola şehîdan hilînin.

`Serkeftin dê para gel be ku çekê şehîdan li hember dijmin rakiriye`
`Serkeftin dê para gel be ku çekê şehîdan li hember dijmin rakiriye`
`Serkeftin dê para gel be ku çekê şehîdan li hember dijmin rakiriye`
`Serkeftin dê para gel be ku çekê şehîdan li hember dijmin rakiriye`
`Serkeftin dê para gel be ku çekê şehîdan li hember dijmin rakiriye`
`Serkeftin dê para gel be ku çekê şehîdan li hember dijmin rakiriye`
30 tîrmeh, 2023   18:48
QAMIŞLO

Şêniyên kantona Qamişlo cenazeyên şervanên Hêzên Erka Xweparastinê; Îbrahîm Mislet û Subah Sedûn li Goristana Şehîd Îsmaîl a Amûdê oxir kirin. Her du şehîdan, di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li gundê Xerbî Xoyî yê navçeya Amûdê de di 28`ê Tîrmehê de şehîd bûbûn.

Bi hezaran pêkhateyên navçe, bajarok û gundên kantona Qamişlo, nûnerên saziyên leşkerî, ewlehî, siyasî, sivîl, perwerdeyê yên herêma Cizîrê tev li merasîma oxirkirinê bûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Ebdulbasit Elî axivî û balkişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê kir. Elî wiha domand: “Guneha vî zarokî çi ye, bi çi sûcî gelê me bi van êrişên hovane de tên kuştin. Gelê me bi hezaran şehîd da û serî netewand. Ji me tê xwestin ku em dev ji şehîdên xwe bernedin. Çekên wan li hember êrişên dewleta Tirk rakin ji bo ku tola wan hilînin û herêmên xwe biparêzin.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Amûdê Mihemed Seîd Ferso axivî û tevahî şehîdên azadiyê di kesayeta şehîd Îbrahîm û Subah de bi bîr anîn û sersaxî da malbatên şehîdan.

Ferso ev li gotinên xwe zêde kir: “Ey gelê berxwedêr ê ku li hember hêza herî xurt a NATO`yê tê dikoşe, yê ku heta îro serî ji kesekî re netewandiye, bawer bin ku serkeftin dê para we be. Hûn xwedî heq û bi hezaran şehîdan in. Tu hêz nikare vîna we bişikîne.”

Ferso di dawiyê de bang li gelê herêmê kir ku bi şerê taybet neyên xapandin û xwedî li hêzên leşkerî derkevin.

Dûre Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeyên şehadeta her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin. Di dawiyê de girseya gel cenazeyê her du şehîdan li Goristana Şehîd Îsmaîl a navçeya Amûdê veşartin.

(şx)

ANHA