Li bakur rojavayê Pakistanê teqîn bi dehan kuştî

Di teqîneke xwekuj li bakur rojavayê Pakistanê de herî kêm 36 kes hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.

Li bakur rojavayê Pakistanê teqîn bi dehan kuştî
30 tîrmeh, 2023   18:29
NAVENDA NÛÇEYAN

AFP`yê bi bîr xist ku êriş li dijî Partiya Komeleya Zanyarên Îslamê bû ku hevalbendeke Îtîlafa Hikumetê ye û oldarek navdar serokatiya wê dike.

Zêdetirî 400 endam û alîgirên partiyê di bin konekî de li bajarokê Xar ê nêzî sînorên Efganistanê bûn dema êriş pêk hatî.

AFP`yê ragihand ku agahiyên xwe spartin wezîrê tenduristiyê yê eyaleta Xeyber Paxtunkhwa Riaz Enwer got: “Ez dikarim piştrast bikim ku li nexweşxaneyê 39 cenaze, 133 birîndar hene ku rewşa 17 ji wan giran e.”

Riyaz wiha domand: “Êrişeke xwekuj bû. Êrişker li nêzî dikê xwe teqand.”

Ji dîmenên teqînê yên li ser madya dijîtal belav bûne, cenaze li erdê li her dera cihê teqînê belav in. Hin kes bi dildarî alîkarî dikirin û birîndar ji cihê teqînê dibirin ambûlansan.

Heta niha tu aliyek berpirsyariya teqînê negirtiye ser xwe.

(şx)