PYD: Îsa Hiso jiyana xwe kir xizmeta doza welatê xwe

PYD`ê şehîd Îsa Hiso di salvegera şehadeta wî ya 10`an de bi bîr anî û soza şopandina rêya şehîdan û parastina nirxên nîştimanî, berdewamkirina berxwedanê û pêkanîna yekitiya nîştimanî nû kir.

PYD: Îsa Hiso jiyana xwe kir xizmeta doza welatê xwe
30 tîrmeh, 2023   15:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi rasthatina salvegera 10`an a şehadeta şehîd Îsa Hiso daxuyaniyek da. Şehîd Îsa Hiso li Qamişlo 30`yê Tîrmeha 2013`an şehîd bûbû.

Di daxuyaniyê de meclisê taybetmendiyên şehîd Îsa Hiso bi bîr xistin û got: “Em nikarin taybetmendiyên wî di çend gotinan de bibîr bixin. Welatparêzek bû ku jiyana xwe kiribû oxira doza welatê xwe. Di jiyana me de mohra wî hîna zindî ye. Dû wî, têkoşîn mezintir bû. Ev jî îsbat dike ku dijminan di têkbirina têkoşîna gelê me de têk çûn.”

Her wiha meclisê soza şopandina rêya şehîdan û parastina nirxên nîştimanî, berdewamkirina berxwedanê û pêkanîna yekitiya nîştimanî ta ku civakeke siyasî ya demokratîk pêk were, nû kir.

Meclisê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ji bo biserxistina projeya demokratîk, fedakariyên mezin pêwîst in û şehîdbûna welatparêzan di vê rêyê de, îsrara wan a li ser pêkanîna van armancan nîşan dide û got: “Têkoşîne me berdewam e. Îro di destê me de ji her demê bêtir vebijark hene. Me cihê xwe girtiye êdî nikarin me di aliyê nîştimanî, herêmî û navneteweyî de derbars bikin û paşguh bikin. Beyannameya ku me ji bo çareserkirina aloziyê beyî destwerdana derve pêşniyar kiriye, vê isbat dike. Hêzên me yên leşkerî hene ku yekitiya welêt diparêze û li şûna cîhanê şerê terorê dike.”

Meclisê di dawiyê de bang li pêkhateyên Sûriyeyê kir ku tevahî çareseriyên ne siyasî û ne li gorî biryara 2254 red bikin. Guhertineke demokratîk a bingehîn û ya giştî ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk a nenavendî, pêk bînin, çareserkirina doza kurd a adil, yek ji girîngtirîn dozên demokrasiyê yên Sûriye û herêmê ye.

(şx)