Di êrişa li dijî gundewarê Til Temirê de 3 welatî birîndar bûn

Di topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li dijî gundê Til El Leben ê navçeya Til Temirê de 3 welatî birîndar bûn.

Di êrişa li dijî gundewarê Til Temirê de 3 welatî birîndar bûn
30 tîrmeh, 2023   15:28
HESEKÊ

Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Til El Leben ê navçeya Til Temirê bi çekên giran topbaran dikin.

Di encama topbaranê de 3 welatiyên bi navên; Omer Sadiq Şêx Elî, Mehmûd Mihemed El Meyûf û Ehmed Elî Mihemed birîndar bûn û li nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a navçeyê têne dermankirin.

Her wiha di encama topbaranê de zirarên madî li mal û milkên welatiyan çêbûn.

(şx)

ANHA