`Bi jin, jiyan azadî em dê bi ser kevin û kesek nikare Roja me tarî bike`

Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê û gundewarê wê têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dirûşma “Bi jin, jiyan azadî em dê bi ser kevin û kesek nikare roja me tarî bike” panelek li dar xist.

`Bi jin, jiyan azadî em dê bi ser kevin û kesek nikare Roja me tarî bike`
`Bi jin, jiyan azadî em dê bi ser kevin û kesek nikare Roja me tarî bike`
`Bi jin, jiyan azadî em dê bi ser kevin û kesek nikare Roja me tarî bike`
`Bi jin, jiyan azadî em dê bi ser kevin û kesek nikare Roja me tarî bike`
`Bi jin, jiyan azadî em dê bi ser kevin û kesek nikare Roja me tarî bike`
30 tîrmeh, 2023   14:57
MINBIC

Panel li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Minbicê li dar xist. Tê de endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê, endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê, Komîteya Ciwan û Werzîşê, Yekitiya Werzîşê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîşa Jinan) beşdar bûn.

Endama Rêveberiya Partiya Sûriya Pêşerojê Mizgîn Cotkar axivî û got: “Li gor qanûnên navneteweyî û hiqûqî de nabe kesayetek mîna kesayeta Rêber Abdullah Ocalan bê girtin ku xwediyê fikr û projeya xilasiya mirovahiyê ji çewisandin û zulmê ye.”

Mizgîn wiha domand: “Fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li dijî tevahî desthilatên heyî ye. Ji ber ku fikrekî mirovî ye û bang li tevahî gelan dike ku di nav azadî û aştiyê de bijîn û rêzê ji hev re bigirin.”

Her wiha Mizgîn destnîşan kir ku pêkhatina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, rizgariya tevahiya gelên cîhanê ye û felsefeya wî, ji bo gelên herêmê xilasiya ji şerê diqewime.

Hevseroka Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Minbicê Sara Îbrahîm perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî komploya navneteweyî xwendin.

Piştre, têkildarî komployê, sedemên wê, têkoşîna ku divê gelên azad bimeşînin bi taybet ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan sînevizyonek hate pêşandan.

Dûre beşdaran têkildarî navaroka panelê nêrînên xwe parve kirin û teqezî bi mezinkirina têkoşînê bi rêya lidarxistina panel, xwepêşandan û çalakiyên din kirin da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were. Her wiha diyar kir ku di vî alî de berpirsyariya herî mezin a jinan e.

(şx)

ANHA