Komên Filistînê li Misirê dicivin

Li Misirê ji bo lihevanîna komên Filistînê îro civînek tê lidarxistin.

Komên Filistînê li Misirê dicivin
30 tîrmeh, 2023   12:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa AFP′ê, îro bi armanca gihîştina lihevkirineke nîştimanî fermandarên komên Filistînê li Misirê li hev dicivin. Ev dan û standin hemwextî şerê Îsraîlê-Filistînê pêk tên.

Serokê Filistînê Mehmûd Ebas ku dê beşdarî civînê bibe, duh gihaşt bajarê Elemên ê bakurê Misirê.

Ajansa nûçeyan a Filistînê “Wefa” jî ragihand ku dê serokê Filistînê bi hempîşeyê xwe yê Misirê Ebdulfetah El Sîsî re bicive û diyar kir ku dê Ebas serkêşiya civîna serkretên giştî yên komên Filistînê jî bike.

Duh sibehê serokê Tevgera Hemasê Îsmaîl Heniye û şandeya wî gihaştin Misirê.

Li aliyekî din Tevgera El Cîhad a Îslamê daxuyand ku ji ber ragirtina hejmareke endamên wê û endamên komên din li girtîgehên Filistînê yên li Dîfa El Xerbiye, civînê boykot dike.

Nakokiyên herdu komên sereke yên Filistînê (Fetih û Hemas) ji dema hilbijartinên 2006′an ku Hemas tê de bi serketibû ve, dewam dikin.

Rayedarekî Filistînê ku dê beşdarî civînê bibe jî da zanîn ku armanca vê civînê “bidawîkirina parçebûnê” ye.

Rayedarê Hemasê û şêwirmendê Îsmaîl Heniye, Tahir El Nono jî ji AFP′ê re axivî û destnîşan kir ku armanca Tevgera Hemasê ew e ku helwesta filistînî li hember Îsraîlê yek be û li ser planeke nîştimanî li hev bikin.

(fr/c)