Şandeyeke hikumeta Şamê diçe Tehranê

Şandeyeke hikumeta Şamê ji bo şopandina pêkanîna peymanên ku bi Îranê re îmze kirine, diçe Tehranê.

Şandeyeke hikumeta Şamê diçe Tehranê
30 tîrmeh, 2023   12:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Îranê (IRNA) ragihand ku şandeyeke hikumeta Şamê dê îro biçe Tehranê da ku pêkanîna biryarên ku her du aliyan di Gulana borî de îmze kirine bişopîne.

Li gorî ajansa IRNA'yê, şande bi serokatiya wezîrê kar û barên derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad, wezîrê aborî û bazirganiya derve Mihemed Samir El Xelîl û wezîrê ragihandin û teknolojiyê Îyad El Xetîb e.

Balyozê hikumeta Şamê yê li Tehranê Şefîq Deyûb ragihandibû ku şandeyeke aborî ya payebilind a hikumeta Şamê dê biçe Îranê da ku beşdarî civînên komîteya aborî ya hevbeş bibe. Deyûb her wiah got, şande di heman demê de dê ji bo şopandina pêkanîna 15 peymanên ku di dema serdana Îbrahîm Reîsîs ya li Sûriyeyê de hatibûn îmzekirin, diçe Tehranê.

Şefîq Deyûb ragihand ku civînên komîteya aborî ya hevbeş dê heta dawiya vê hefteyê dewam bikin û got: "Di dema serdana serokkomarê Îranê ya li Sûriyeyê de15 peymanên hevkariyê hatine îmzekirin. Ev peymann qadên enerjî, çandinî, herêmên azad, ragihandin û hwd elqedar dikib. Di vê serdanê de lihevkirin li ser avakirin û damezirandina projeyên stratejîk ên têkildarî qadên enerjî, gaz, petrol, veguhestin û hwd jî çêbû."

Beşar Esed û serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî peymaneke tevkraiya stratejîk a dem dirêj, her wiha xalên civîneke tevgeriyê ya di warê xeta tirnê û keştiyên asîmanî, peymaneke girêdayî herêmên azad di navbera Sûriyeyê û Îranê de jî îmze kiribûn.

(bb)