Şehîdekî êrişa 28`ê Tîrmehê hat oxirkirin

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Wesîm Enîs (Pêşmaf) oxir kir.

Şehîdekî êrişa 28`ê Tîrmehê hat oxirkirin
Şehîdekî êrişa 28`ê Tîrmehê hat oxirkirin
Şehîdekî êrişa 28`ê Tîrmehê hat oxirkirin
Şehîdekî êrişa 28`ê Tîrmehê hat oxirkirin
Şehîdekî êrişa 28`ê Tîrmehê hat oxirkirin
Şehîdekî êrişa 28`ê Tîrmehê hat oxirkirin
Şehîdekî êrişa 28`ê Tîrmehê hat oxirkirin
30 tîrmeh, 2023   11:09
 HESEKÊ

Endamê Hêzên Erka Xweparastinê Wesîm Enîs (Pêşmaf) 28`ê Tîrmehê di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundê Xirbê Xoy yê Amûdê de şehîd bibû.

Bi dehan şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl û leşkerî û meclisan ji pêşiya Meclisa Meclisa Malbatên Şehîdan ber bi Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê girêdayî navçeya Dirbêsiyê ve bi rê ketin.

Merasîma oxirkirinê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Salim Salim axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Salim anî ziman ku ew ê heta pêkanîna armancên şehîdan rêya wan bişopînin.

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya herêma Cizîrê Beşîr Dirbêsiyê jî axivî û bal kişand ser fedakariyên şehîdan. Beşîr Dirbêsiyê got: “Em ji bo parastina gelê xwe li hemberî dagirkeran û hêzên tarî şer dikin. Em ê heta pêkanîna serkeftinê têkoşînê bidomînin.”

Piştî axaftinan, wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hat oxirkirin.

Dewleta Tirk a dagirker 28`ê Tîrmehê bi balafirên bêmirov û biçek êrişî gundê Xirbê Xoy yê li navçeya Amûdê kiribû. Di êrişê de 4 şervanên Hêzên Erka Xweparastinê şehîd bibûn.

(c)

ANHA