Li Derayê endamekî 'Lîwaya 8`an' hat kuştin

Li gundewarê rojhilatê Derayê endamekî 'Lîwaya 8`an' ji aliyê çekdarên nenas ve hat kuştin.

Li Derayê endamekî 'Lîwaya 8`an' hat kuştin
30 tîrmeh, 2023   10:29
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), çekdarên nenas li ser rêya navbera bajarokên Sehwe û Misêfre yên rojhilatê Derayê, gule li endamekî komên xwecih ên girêdayî “Lîwaya 8`an” reşand û ew kuşt.

SOHR`ê ragihand ku kesê hatî kuştin ji bajarê Busra Şam ê gundewarê Derayê ye.

Tê destnîşankirin ku “Lîwaya 8`an” destekê ji baregeha Himêmîm a Rûsyayê digire û piştî rêze lihevanînên li başûrê Sûriyeyê, li Derayê hatibû avakirin.

(c)