Şerê hêzên Şamê û çeteyan: leşkerekî Şamê hat kuştin

Li gundewarê rojavayê Helebê endamekî hêzên hikumeta Şamê hat kuştin. Li herêma “bêçek” jî şerê hêzên Şamê û çeteyên “El Fetih El Mûbîn” dewam dike.

Şerê hêzên Şamê û çeteyan: leşkerekî Şamê hat kuştin
30 tîrmeh, 2023   11:17
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li derdora Foca 46 a li gundewarê rojavayê Helebê endamekî hêzên hikumeta Şamê bi guleyên sekvanên çeteyên “El Fetih El Mûbîn” hat kuştin.

Li herêma “bêçek” jî hêzên hikumeta Şamê gundê Sermaniyê yê rojavayê Hemayê bi çekên giran topbaran kir. Çeteyên “El Fetih El Mûbîn” jî baregehên leşkerî yên hêzê Şamê yên li derdora Besteron a rojavayê Hemayê û Meir Dibsê ya başûrê Idlibê bi moşekan topbaran kirin. Agahiyên têkidarî windahiyan nehatin parvekirin.

Li gorî daneyên SOHR`ê, ji serê salê (2023) de li herêma “bêçek” di 186 êrişên cuda de, 264 sivîl û leşker hatine kuştin.

(c)