Şehîd Ayşe li ser gora xwe hate bibîranîn

Endamên Mala Jin a Herêma Firatê şehîd Ayşe Elî di salvegera şehadeta wê ya 4′an de bi bîr anî.

Şehîd Ayşe li ser gora xwe hate bibîranîn
30 tîrmeh, 2023   09:49
KOBANÊ

Endamên Mala Jin a Herêma Firatê serdana gora endama rêveber a Mala Jin şehîd Ayşe Alî li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê kir. Şehîd Ayşe Elî tevî ajokarê pê re dema li ser erka xwe bûn di 2019′an de gihaştin asta şehadetê.

Di serdana gorê de endama rêveber a Mala Jin Semîre Mihemed Elî axivî û rola şehîd Ayşe û her şehîdekî/ê parastina welatê xwe kir, pîroz kir.

Semîre diyar kir ku şehîd Ayşe xwedî ruhê têkoşînê bû û rojekê jî bedbînî nizanî û wiha domand: "Xema şehîd Ayşe ya yekane doza xwe bû. Heta şehadetê tê koşiya."

Semîre di dawiyê de soza da şehîd Ayşe û hemû şehîdên rihê xwe daye, ku ew ê li ser şopa wan bimeşin û bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku berxwedan û têkoşînê mezin bikin. Ji ber ku ew rêya yekane ya gihandina ber bi azadî û serkeftinê ve ye.

Ayşe Elî beriya şehîd bibe, di 2016′an de tev li xebata Mala Jin a herêma Firatê bû û tê de erka rêvebertiyê kir.

(fr)

ANHA