​​​​​​​Panorama hefteyê: Li Sûriyeyê tevgerên li hemberî polîtîkayên tirkkirinê

Rewşa li herêmên hikumeta Şamê, polîtîkeyên tirkkirinê yên li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî, her wiha tevgerên Erdogan ên li welatên Ereban û aloziya Lîbyayê mijarên rojnameyên erebî yên hefteya borî bûn.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Li Sûriyeyê tevgerên li hemberî polîtîkayên tirkkirinê
30 tîrmeh, 2023   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojname û medyayên erebî di hefteya borî de cih da aloziya aboriyê ya li herêmên hikumeta Şamê.

Rojnameya El Sûrî nûçeyek bi sernavê "Tevliheviya hikumeta Şamê bû sedema hilweşîna zêdetir a lîreyê Sûriyeyê” weşand. Di nûçeyê de nirxandinên aborînasê sûriyeyî Mihemed El Recep ên têkildarî rewşa aborî ya li herêmên hikumeta Şamê hatin parvekirin: "Dibe daketina nirxê lîreyê Sûriyeyê dewam bike. Nirxê dolarekî bû 12 hezar lîreyên Sûriyeyê."

Aborînas sedema vê hilweşînê spart van xalan: "Baweriya bikarhênerên lîreyê Sûriyeyê nemaye, biryarên ne di cih de yên Banka Navendî, reva wê ji berpirsyariyên xwe û rola wê di zêdebûn û lezbûna daketina nirxê lîreyê Sûriyeyê."

‘XELKÊ BABÊ LI HEMBERÎ TIRKKIRINÊ RABÛ’

Rojnameya El Wetan a nêzî hikumeta Şamê jî di nivîsekê de bal kişand ser bertekên li hemberî polîtîkayên tirkkirinê.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku şêniyên bajarê Babê ya ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin, li hemberî hêzên Tirk ên dagirkir û komên wê sekinîn. Her wiha hate gotin, şêniyan navê dibistanekê ku dagirkeran navê “qatilekî Tirk” lê kiribû, betal kir û navê dibistanê vegerand wekî berê.

TEVGERÊN ERDOGAN: DI SIYASETA TIRKIYÊ DE TU HÊVIYÊN GUHERTINAN NEMANE

Rojnameyan cih dan tevgerên serokkomarê dewleta Tirk a dagirker. Di nûçeyeke rojnameya El Ereb de hate gotin: " Hin alî texmîn dikin ku derxistina endamên koma Îxwan Muslimîn ji hêla dewleta Tirk ve ber bi Misirê ve, têkiliyên di navbera her du welatan de tevlihev kirine. Ji ber ku derxistina wan di dema pêş de wan aciz nake. Enqereyê xwe ji astengiyeke li ber pêşketina têkiliyên xwe yên bi Qahîreyê re rizgar kir. Lê hîna Misir ji tevgera wê bi fikar e. Anku danîna endamên Îxwanan li ser refike, bi awayekî demkî diyardeya wan bi dawî nake û dibe ku dewleta Tirk di qonaxeke din de bi kar bîne."

Li gorî rojnameya Şerq El Ewsat, Erdogan di serdana xwe ya ji bo Iraqê de, di serî de dosyaya avê û dosyaya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), dê gelek dosyayan nîqaş bike. Di nûçeyê de hat bibîrxistin ku nakokiyên Iraq-Tirkiyeyê yên têkildarî avê ji ber nezelaliya qanûnên navneteweyî, salên dirêj dewam dike. Her wiha hate gotin “Çareseriyên ku Erdogan dikare ji bo vê aloziyê pêşkêş bike, ne xwedî bingeheke zelal in.

LI LÎBYAYÎ ÇARESERÎ TÊ ASTENGKIRIN

Rojnameya El Exbar a Lubnanê der barê rewşa Lîbyayê de wiha nivîsand: "Diyar e nexşerêya parlamentoya Lîbyayê xwe spartiyê, da ku astengiyên li pêş tedbîrên hilbijartinan rake, bi kêr nayê. Ew yek nîşan dide ku cemidandina rewşa siyasî dewam bike. ''

Rojnameya El Beyan jî bal kişand ser têkiliya di navbera Meclisa Nûneran a Lîbyayê û şandeya NY`yê ya ji bo piştevaniya Lîbyayê û di nûçeya xwe de wiha nivîsî: “Ev têkilî ketiye pêvajoyeke nû. Gelek îhtimal hene, mîna bidawîkirina diyalogê. Nexasim piştî ku meclisê nexşerêya ji ‘Komîteya 6+6’ derketiye, esas girt. Nakokiyên şandeya navneteweyî yên bi Meclisa Nûneran û Komîteya 6+6 re xizmeta taloqkirina çareseriya siyasî û bi taybet mijara hilbijartinan dikin.”