​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-7-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-7-2023
29 tîrmeh, 2023   23:00

Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya Kînana El Ebdo anî ziman ku ew ê li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û ji bo mîsogerkirina azadiya wî ya fîzîkî çalakiyan zêde bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

"Welatê me hêja ye em ji bo rizgarkirina wê ji zilma çavbirçî û hesûdên ku dixwazin xêr û bêra me talan bikin, fedakariyê bikin. Ji bo parastina welat bila em bi rûmet û serbilindî bimirin." Ev wesiyeta şehîd Xalid El Xilêwî ye ku li pey xwe hişt. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda Onkolojiyê a Nexweşxaneya Reqayê heta niha derman bê pere dane 8 nexweşan. Bi vekirina navendê re barê lêçûn û zehmetiya rêwîtiya ber bi bajarên din ên Sûriyeyê li ser nexweşên pençeşêrê sivik bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi gavên giran û gewdeya xwe ya nexweş Edûla Îbrahîm a ji Hesekê sibehê galona xwe ya 25 lître hildigire da ku avê dagire. Bi vê yekê li hember êş û zehmetiyê disekine ku sedema wê jî dewleta Tirk a dagirker e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rewşa li herêmên hikumeta Şamê, polîtîkeyên tirkkirinê yên li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî, her wiha tevgerên Erdogan ên li welatên Ereban û aloziya Lîbyayê mijarên rojnameyên erebî yên hefteya borî bûn.

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyê şehîd Wesîm Pêşmav li goristana Şehîd Rustem Cûdî a li Dirbêsiyê oxir dikin saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Eleqedariya Civakî ya Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya kantona Efrînê bi boneya Roja Dostaniyê ya Cîhanê ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet şahiyekê li hola Şehîd Axîn Welat a li navçeya Fafînê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Amûdê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Subah Sedûn û Îbrahîm Mislet li goristana Şehîd Îsmaîl a navçeya Amûdê oxir dikin saet di 18:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA