Li Hesekê 5 şehîd bi merasîmeke bi haybet hatin oxirkirin

Bi hezaran xelkê bajarê Hesekê cenazeyê 4 şervanên YPJ`ê oxir kirin ku di qezeyekê de dema erka xwe dianîn cih şehîd bûbûn. Her wiha cenazeyê welatiya bi navê Weid El Xelûf jî veşart.

Li Hesekê 5 şehîd bi merasîmeke bi haybet hatin oxirkirin
Li Hesekê 5 şehîd bi merasîmeke bi haybet hatin oxirkirin
Li Hesekê 5 şehîd bi merasîmeke bi haybet hatin oxirkirin
Li Hesekê 5 şehîd bi merasîmeke bi haybet hatin oxirkirin
Li Hesekê 5 şehîd bi merasîmeke bi haybet hatin oxirkirin
Li Hesekê 5 şehîd bi merasîmeke bi haybet hatin oxirkirin
Li Hesekê 5 şehîd bi merasîmeke bi haybet hatin oxirkirin
Li Hesekê 5 şehîd bi merasîmeke bi haybet hatin oxirkirin
Li Hesekê 5 şehîd bi merasîmeke bi haybet hatin oxirkirin
29 tîrmeh, 2023   19:57
HESEKÊ

Îro bi hezaran şêniyên Hesekê û gundên bajêr tev li merasîma oxirkirina cenazeyên 3 şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ); Hesîne Mûsa (Avaşîn Hesekê), Hîbe Ebdulqadir Bekir (Hîbe Hesekê) û Bêrîvan Ebdulxelef (Bêrîvan Hesekê), Emîne Nebo (Dilar Kobanê) bûn ku di 27`ê Tîrmehê de di encameke qezeyekê de dema erka xwe pêk dianîn li Hesekê şehîd bûn.

Her wiha cenazeyê şehîd Weid El Xelûf jî veşartin ku 27`ê Tîrmehê di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser rêya bajarokê Til Merûf ê kantona Qamişlo de şehîd bûbû.

Di merasîmê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê endama meclisê, Fatme El Elî axivî û got: “Jinan li herêmê roleke herî girîng di parastina destkeftiyên şoreşê û pêkhateyên herêmê de lîst.”

El Elî soz da ku şopdara rêya şehîdan be ta ku armanc û hêviyên wan pêk bê.

Bi navê YPJ`ê ya navçeya Holê Rêvîn Kobanê axivî û wiha anî ziman: “Îro em tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber fedakariyên tevahî şehîdan ditewînin ku ji bo em bi rûmet û di nav azadiyê de bijîn, canê xwe feda kirin.”

Her wiha Rêvîn Kobanê soz da ku dev ji rêya şehîdan bernede madem azadî bi dest neketiye.

Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeyên şehadeta şehîdan xwend.

Dûre cenazeyên şehîdan di nav tilîliyên dayîkan de hatin veşartin.

Çaverê ye ku cenazeyê şehîd Bêrîvan Ebdulxelef li Goristana şehîdên Amûdê were veşartin.

(şx)

ANHA