Rêber Abdullah Ocalan: Divê Kurd xwe ji Lozana civakî re amade bikin

Rêber Abdullah Ocalan "Bi Lozana civakî re dê hemû beşên civakê demokratîk bibin. Îro zemînek ji vê re jî heye. Divê Kurd ji Lozana civakî re baş amade bin. Bi vê Lozana civakî re Kurd dê pêşengiyê ji demokratîkbûyînê re bikin. Kurd, bi rengekî komî, wek civak mîna ku amadekariya şerekî dikin divê xwe ji Lozana civakî re amade bikin."

Rêber Abdullah Ocalan: Divê Kurd xwe ji Lozana civakî re amade bikin
29 tîrmeh, 2023   00:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Di salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê (24'ê Tîrmeha 1923'an) de ku Kurdistan parçe kir û êrişên qirkirin û asîmîlasyonê rewa kirin, Kurd û gelek aliyên din qala zirarê wê peymanê û çareseriyê dikin. Di demekê de ku Kurd balê dikişînin ser girîngiya yekitiya neteweyî, Rêber Abdullah Ocalan balê dikişîne ser "Lozaneke civakî".

Em nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên sala 2009’an di salvegera Peymana Lozanê de careke din diweşînin.

‘DIVÊ LOZAN WERE ROJANEKIRIN’

“Bi dîtina min Mîsaqî Mîllî dikare were rojenekirin. Lozan jî dikare were rojanekirin. Dema ku dibêjim Mîsaqî Mîllî dikare were rojenekirin, ez nabêjim ku divê herêmên li Iraqê yan jî cihên din bi Tirkiyeyê ve bên girêdan. Di wê demê de Mîsaqî Mîllî herêma ku niha Iraq e û heta Silêmaniyê diçe, digirte nava xwe. Mûsil-Kerkûk bi mudaxeleye Îngilîzan di sala 1926’an de bi Iraqê ve girê dan. Îngilistan ku welatekî giravî ye û bi qasî tiliyekê ye, hemû cîhan li ser tiliya xwe digerîne. Îro jî Îngilistan li ser siyaseta cîhanê serdest e. Peymana Sykes-Picot jî divê were rojnekirin. Peymana Qesrî Şîrîn jî divê were rojnekirin. Peymana Qesrî Şîrîn ji aliyê serdestên feodal ên wê demê ve hatiye çêkirin. Di peymana Lozanê de jî îmzeya parlamenterên Kurd heye. Lozan ji bo Kurdan nîvçe maye, Mîsaqî Mîllî ji bo Kurdan nîvçe maye. Divê îro ev bi çareserî û rêbazên demokratîk bên temamkirin û mafên Kurdan bên dayîn. Di nava gelên li Rojhilata Navîn de sîstemeke konfederal a demokratîk dikare bê avakirin. Saziyên ku gelan li hev dicivînin, dikarin bên avakirin. Ev jî dibe wek komeleyan bin jî. Mînak, li Kerkûkê komeleyeke ku têkiliya demokratîk a gelan çêdike, dikare bê avakirin. Dikare li Hewlêrê bê avakirin. Li Beyrûdê dikare bê avakirin. Tirkmen û Asûrî jî di nava wan de bin. Ev dikare bê kirin, her çi destpêkek be jî. Heke ev têkiliyên demokratîk ên gelan werin pêşxistin, netewedewletên Rojhilata Navîn dikarin bên derbaskirin. Ez ne li dijî komarê me, dikarin komarên heyî bikin ên demokratîk.

‘DIVÊ MÎSAQÎ MÎLLÎ BÊ ROJANEKIRIN’

Divê Mîsaqî Mîllî li gorî îro were rojenekirin. Wê demê parçebûn tune bû. Bi polîtîkayên Îngilîzan parçebûn çêbû. Dema ez dibêjim dive Mîsaqî Mîllî were rojaekirin, ez qala yekbûna xakan nakim. Qesta min ji rojanekirina Mîsaqî Mîllî û Lozanê, ev e; yekitiya van civakan dibe, yekitiya aboriyê dibe, ev hemû tên nîqaşkirin. Di Mîsaqî Mîlliyê de qala mafên Kurdan tê kirin, bi mebesta naskirina wan mafan dibêjim. Ez nabêjim bila bi sînoran bilîzin. Li ser sînorên welatên ku Kurd lê dijîn dê li herêmên nêzî hev yekitiyên aborî, civakî û siyasî hebin. Lozan jî divê were rojanekirin. Li Lozanê 66 parlamenterên Kurd îmzeyên xwe dan. Her wiha daxwaza mafên Kurdan kirin, wateyeke vê heye. Divê Sykes-Picot jî bê rojanekirin. Gelek planên ji bo Kurdan bi Sykes-Picotê dest pê kir. Ji bo parçekirina Kurdan plan çêkirin. Projeya Kurdistana Mezin jî bi Sykes-Picot re hate amadekirin. Her cure lîstikan dilîzin. Min ji bo vê got divê Mîsaqî Mîllî bê rojanekirin. Yanî, ev cudakarî ye? Na, di feraseta me ya çareseriyê de cudakarî nîn e. Em ne li dijî komarê û sînoran in. Armanca min ew e; rêgez û ruhê di serdema Mîsaqî Mîllî de, salên destpêkê yên Komarê (Komara Tirkiyeyê) de berçav bikim. Bangewaziya min, bangewaziya ji bo cewhera damezirîner a Komarê, felsefeya wê ya damezirîner e. Ji ber vê yekê min prensîba pênc rêgezan danî. Ez van tiştan wek şert jî ferz nakim. Ev her pênc prensîb çarçoveyek in. Çarçoveya aştiyê ne. Kurd dikarin van li konferansên ku ez pêşniyar dikim, nîqaş bikin. Min gotibû konferansek dikare li Hewlêrê, yek li Amedê û yek jî li Ewropayê pêk were. Kurd di van konferansan de dikarin li ser çareseriyên xwe, têkiliyên xwe, modeleke çareseriyê ya bi çi rengî pêşniyar dikin, dê bi gelên din re çawa bi hev re bijîn û modeleke çawa ava bikin, nîqaş bikin.

‘LI AMED, HEWLÊR Û LOZANÊ KONFERANSÊN NETEWEYÎ DIKARIN ÇÊBIN’

Ji bo kongreya neteweyî ya Kurd komîsyoneke amadekar hatiye avakirin. Di vê mijarê da prensîba pênc rêgezan hebûn ku min berê diyar kiribûn. Li ser vê bingehê ez nabêjim kongre, dibêjim Konferansa Neteweyî ya Kurd. Ev konferens dikare li sê navendan bê sazkirin. Dibe ku li Amed, Hewler, Ewropa-Lozan an jî cihekî din be. Di vê konferansê de Kurd rêgezên xwe yên aştiyê datînin holê. Ya ku îro diqewime, ne planên nû ne. Ev heta sala 1920'î diçin. Teolojiya siyasî ya vê yekê di sala 1926’an de çêkirin. Di vê serdemê de peymanên veşartî hene. Peymana Sykes-Picot heye. Ez li dijî lihevkirineke bi vî rengî me. Ev peymanên veşartî jî di sala 1946'an de çêkirin. Gerçî peymanên beriya wê jî hene. Di sala 1926'an de bi Tirkiyeyê re peymaneke veşartî heye, lê haya kesî jê nîn e, rayedarên dewletê yên niha jî pê nizanin. Mahîr Kaynak hinekî bi van tiştan dizane. MÎT hinekî pê dizane.

‘HEWCEDARIYA KURDAN ROJANEKIRINA LOZANÊ YE’

Ji bo rê li ber formasyonên me yên demokratîk bigirin, her tişt tev tê kirin. Bi vî awayî mudaxaleyî demokrasiyê dikin. Pêşketina daxwazên demokratîk asteng dikin. Bi van hemûyan re hewl didin Sevrê rojane bikin. Kurd hem li Sevrê hem jî li Lozanê hene. Lê tişta ku îro pêdiviya Kurdan pê heye roajnekirina Lozanê ye. Konferansa Neteweyî ya Kurd a ez behsê dikim, divê li gorî pênc rêgezên demokratîk pêk were. Heke tenê kongreyekê yan jî konferansekê dixwazin, divê daxwazên demokratîk derxin pêş. Divê van hemû gotinên min baş nîqaş bikin û baş fêm bikin. Nexwe rewşeke dualî ya kongre an jî konferansan dê derdikeve holê. Di kongre yan jî konferansekê de ku daxwazên demokratîk dernekevin pêş, nikarin piştgiriyê ji me bigirin. Em ne nakevin nava van lîstikan, nava van plan. Bi van planan hewl didin PKK'ê, DTP’ê tev lê bikin û bixin bin kontrolê. Ne PKK ne jî DTP nakeve nava vê lîstikê û nikarin bixin bin kontrola xwe. Neteweperestî çareseriyê çênake, pevçûnê çêdike.

‘LIHEVHATINA HER DU GELAN DÊ DEMOKRASIYÊ BÎNE’

Ev konferans dikare bibe Lozana Kurdan. Çawa ku bi Lozanê re komar hate avakirin, bi wê re komara demokratîk jî dikare were avakirin, anku bi Lozana Kurdan. Lihevhatin dikare çêbe. Komara Demokratîk ji xwe lihevkirineke demokratîk e. Lihevhatina her du gelan demokrasiyê tîne. Avabûna komarê çi qas girîng be, demokratîkkirina komarê jî bi qasî avakirina komarê girîng û watedar e. Hinek behsa neo-Osmanîtiyê dikin. Na, ev ne neo-Osmanîtî ye, lê şirîkatiya stratejîk a Kurd û Tirkan e; her du civak bi hev re bijîn û heta ku bibin bira jî. Heke ev were kirin dê li Rojhilata Navîn rola pêşengiyê were lîstin. Heke Kurd demokratîzmê dabîn bikin, dê li tevahiya Rojhilata Navîn belav bibe. Min berê jî gotibû. Ya ku li Rojhilata Navîn pêwîstî pê heye, demokratîzm e. Pirsgirêk û şerê heyî yê li Rojhilata Navîn polîtîkayên Brîtanyayê yên 200 salî ne. Netewedewletên îro, amûrên polîtîkayên lihevxistinê yên Îngilîzan in, mekanîzmaya herî pêşketî ya şer e. Divê em netewedewletan bi vî rengî bibînin. 22 dewletên Ereban hene, lê pirsgirêkên wan çareser nebûne, pirsgirêkên wan ên mezin hene. Li Filistînê dewletek hat avakirin, ev 50 sal e şer lê dewam dike. Ermenistaneke biçûk ava kirine, lê pirsgirêk dewam dike. Ev zîhniyet dixwaze heman tiştî li ser Kurdan jî bide sepandin. Dixwazin dewleteke biçûk ava bikin û wisa bihêlin û pirsgirêk dê 50 salên din jî bidome. Kurd nikarin tehemûlî vê bikin. Hin rewşenbîr vê fêm nakin.

‘DIVÊ KURD JI LOZANA CIVAKÎ RE BAŞ AMADE BIN’

Ji bo çareseriya ku pêş bikeve, ez dibêjim Lozana civakî. Lozana di salên 1920'î de Lozana neteweyî ye. Bi vê Lozanê re Komar ava bû. Ev komar heta roja me ya îro demokratîk nebûye, niha pêwîst e bê demokratîkkirin. Ji ber vê yekê ez dibêjim Lozana civakî. Bi vê Lozana civakî re dê hemû beşên civakê demokratîk bibin. Îro zemîna vê jî heye. Divê Kurd ji Lozana civakî re baş amade bin. Bi vê Lozana civakî re Kurd dê pêşengiyê ji demokratîkbûyînê re bikin. Kurd, bi awayekî kollektîf, wek civak mîna ku amadekariya şerekî dikin, divê xwe ji Lozana civakî re amade bikin. Va ye ji bo vê divê Kongreya Civaka Demokratîk her roj bê navber bixebite. Divê di zûtirîn demê de Konferansa Kurd jî were lidarxistin. Divê di konferansê da pênc prensîb û çar pêşnîyarên min ên pratîk werin nîqaşkirin.