Di êrişa li Amûdê de 4 şervanên Erka Xweparastinê şehîd bûn

QSD'ê  ragihand ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a dijî gundê Xirbê Xwê yê navçeya Amûdê de 4 şervanên Hêzên Erka Xweparastinê şehîd bûn.

Di êrişa li Amûdê de 4 şervanên Erka Xweparastinê şehîd bûn
28 tîrmeh, 2023   18:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD'ê têkildarî êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li gundê Xirbê Xwê yê navçeya Amûdê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

''Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan ve dike armanc ku aramiya heremê xirab bike. Ji ber vê yekê di her firsendê de êrişê heremên me dike. Îro jî êrişek din li dar xistin. Di seet 19:00'an de li hember gundê Xirbê Xwê yê girêdayî bajarokê Amûdê bi balafirên bêmirov  êriş pêk anî. Di encama vê êrişê de 4 şervanên me yên girêdayî Hêzên Erka Xweparastin şehîd ketin. Agahiyên berfireh dê piştre werin dayin.''

(bb)

ANHA