‘Dewleta Tirk sûcan dike, hêzên rojavayî lê temaşe dikin’

Jinên taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê nameyên gefxwarinê yên ji Rêber Abdullah Ocalan re hatine şandin, red dikin û got "Em ê ji bo Rêberê xwe şer bikin, azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin."

‘Dewleta Tirk sûcan dike, hêzên rojavayî lê temaşe dikin’
29 tîrmeh, 2023   04:45
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Li gorî endamê Konseya Rêveber a KCK′ê Sebrî Ok, demeke berê dewleta Tirk a dagirker û rêveberiya girtîgeha Îmraliyê nameyên gefxwarinê yên bênav û bênavnîşan ji Rêber Abdullah Ocalan re şandin.

Li hember van nameyên gefxwarinê gel bi hêrs e. Gelê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê ev yek şermezar kir û got berdêla azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çi be, ew ê pêk bînin.

′EM Ê JI BO AZADIYA WÎ YA FÎZÎKÎ LI BER XWE BIDIN′

Welatiya bi navê Remziye Hemo ev name red kirin û wiha got: "Em zulmê li dijî Rêberê me red dikin. Rewşa wî ya niha ne baş e û divê bi vî rêbazî dan û standinê pê re nebe."

Remziye soz da ku ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê dewam bikin û wiha domand: "Em ê ji bo Rêberê xwe tê bikoşin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin û heta ev yek pêk neyê em nasekinin."

‘DEWLETA TIRK SÛCAN DIKE’

Welatiya bi navê Nebîhe Dîko jî li hember sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan têkildarî helwestên rojava li hember vê yekê hêrsa xwe anî ziman û wiha got: "Ji demekê ve dewleta Tirk a dagirker nahêle Rêbertî mafên xwe bi kar bîne, dewletên rojava li hember vê yekê tev nagerin tenê temaşe dikin."

Nebîhe wiha domand: "Rxumî gel li dora fikra Rêber Abdullah Ocalan dicivin û wê li ser erdê pêk tînin, lê li pêş çavên cîhanê dewleta Tirk a dagirker nameyên gefxwarinê radestî wî dikin. Divê ev yek berçav were girtin ku ew rêberê gel e û divê dewlet tev bigerin û zextê li dewleta Tirk bikin."

Nebîhe diyar kir ku ne ji mafê dewleta Tirk a dagirker e ku van sûcên kirêt bike û wiha pê de çû: "Tu qanûn li cîhanê tune ye ku bihêle ev siyasete reşkirina derûnî li ser girtiyekî pêk were."

Nebîhe wiha xuya kir: "Ji biçûkaniya xwe û heta niha ve, em li ser soza xwe ne û rê çiqas asteng bin em gavê bi paş ve naavêjin û emê heta pêkanîna azadiya rêberê me ya fîzîkî tê bikoşin."

′EM Ê XWE FEDAYÎ RÊBERÊ XWE BIKIN′

Emîne Şêxo jî ev name red kirin û wiha got: "Em êrişên û gefên li dijî Rêberê xwe red dikin û hêvî dikin sînorek ji van kiryaran re bê danîn."

Emîne wiha dawî li gotina xwe anî: "Em qebûl nakin kesek tiştekî li dijî Rêberê me bike û em ê di oxira pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî de berdêlên giranbiha bidin."

(fr)

ANHA