Artêşa Tirk li gundekî Silêmaniyê erebeyek kir hedef

Hate ragihandin ku balafirek bêmirov û bêçek ya dewleta Tirk ya dagirker li gundê Rengîne yê girêdayî navçeya Çiwarta ya Silêmaniyê erebeyek kir hedef.

Artêşa Tirk li gundekî Silêmaniyê erebeyek kir hedef
28 tîrmeh, 2023   18:42
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnews, balafirek bêmirov û bêçek a dewleta Tirk a dagirker li gundê Rengîne yê girêdayî navçeya Çiwarta ya herêma Şarbajêr ya girêdayî parêzgaha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê erebeyek kir hedef.

Têkildarî êrişê, qaymiqamê navçeya Çiwarta Şaho Osman ragihand ku balafirek bêmirov a bêçek a dewleta Tirk a dagirker li gundê Rengîne yê girêdayî navçeya Çiwarta ya herêma Şarbajêr a parêzgaha Silêmaniyê di saetên êvarê de erebeyek kir armanc. Osman diyar kir ku heta niha der barê nasnameya kesên di erebeyê de li rastî êrişê hatine tu agahiyên zelal nehatine bidestxistin lê piştî êrişê balafirê, li deverê şewat derketiye.

Her wiha Osman da zanîn ku hêzên parastina sivîl, tîmên tenduristiyê û hêzên ewlekariyê çûne cihê bûyerê û erkê xwe tînin cih.