Bi guhertina demografiyê re çeteyan jî diguherînin

Dewleta Tirk a dagirker ku demên dawîn de penaberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê bi darê zorê li Girê Spî bi cih dike, çeteyên girêdayî xwe jî li wir bi cih dike.

Bi guhertina demografiyê re çeteyan jî diguherînin
28 tîrmeh, 2023   15:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro di danê sibehê de li deriyê sînor ê Girê Spî yê dagirkirî di navbera çeteyên "Feyleq El Şam'' û ''Feyleq El Meclid" li aliyekî û çeteyên "Cebha El Şamiyê' li aliyekî din de şerê derketibû. Tê gotin ku  şer heya niha didome.

Li gor çavkaniyê xwecih, dewleta Tirk hejmarek zêde ya çeteyên koma ''Sultan Murad'' ji herêmên dagirkirî  şandine Girê Spî. Çeteyên ''Sultan Murad'' rasterast girêdayî MÎT'ê ne û ji aliyê wan ve têne perwerdekirin.

Tê zanîn demên dawiyê de dewleta Tirk penaberên li Tirkiyeyê bi darê zorê li Girê Spî bicih dike da ku demografiya herêmê biguhurîne. Li gorî agahiyan, dewleta Tirk çeteyên ku zêde baweriya xwe nadeye wan jî diguherîne, her wiha çeteyên ku hîn zêdetir baweriya xwe dide wan li Girê Spî bi cih dike. Dewleta Tirk bi şandina çeteyên ''Sultan Murad'' ber bi Girê Spî ve dixwaze herêmê kontrol bike û çeteyên din bêbandor bike an ku wan bibe cihekî din.

(cb)

ANHA