Li Girê Spî di navbera çeteyan de şer derket: 2 kuştî, 5 birîndar

Li deriyê sînor ê Girê Spî ya dagirkirî de di navbera komên çete de şer derket. Di şer de 2 çete hatin kuştin û 5 çeteyên din birîndar bûn.

Li Girê Spî di navbera çeteyan de şer derket: 2 kuştî, 5 birîndar
28 tîrmeh, 2023   14:55
EYN ÎSA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, li deriyê sînor ê Girê Spî yê dagirkirî di navbera çeteyên "Feyleq El Şam'' û ''Feyleq El Meclid" li aliyekî û çeteyên "Cebha El Şamiyê li aliyekî din de şer derket. Di encama şer de 2 çeteyên "Cebha El Şamiyê" hatin kuştin û 5 çeteyên din ên heman komê birîndar bû.

Deriyê sînor ê Girê Spî di bin kontrola çeteyên Cebha El Şamiyê de ye. Çeteyên vê komê xeraceyên li ser kel û pelên ku di derî re derbas dibin, ferz dikin. Her wiha koma ''Cehba El Şamiyê "7 nivîsên aborî birêve dibin.  Di Hezîranê de li navenda bajarê Girê Spî û navçeya Silûkê gel li dijî nivîsgehên navborî xwepêşandan li dar xistin.

li aliyekî din jî, li bajarê Ezaz ê dagirkirî ji ber nakokiyan, alozî di navbera komên çete de derketiye.

(bb)