Li Minbicê şebekeyeke qaçaxçîtiya mazotê hat girtin

Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku şebeyeke qaçaxçîtiya mazotê li gundê Ewn Dadatê girtiye.

Li Minbicê şebekeyeke qaçaxçîtiya mazotê hat girtin
28 tîrmeh, 2023   15:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê di nûçeyekê de ku li ser malpera xwe ya fermî weşandiye ragihand ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê vê sibehê li gundê Ewn Dadatê yê bakurê bajarê şebeyeke qaçaxçîtiya mazotê zeft kir.

Li gorî nûçeyê, şebekeya ji 7 kesan pêk tê û lêpirsîna bi wan re  tê kirin.

Hêjaya bibîrxistinê ye, di vê mehê de du şebekeyên qaçaxçîtiya mazotê ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve tên girtin.

(bb)