MSD'ê bi partiyên siyasî û Meclisa Sivîl a Reqayê re civiya

MSD'ê li gel Meclisa Sivîl a Reqayê û nûnerên partiyên siyasî pirsgirêka Sûriyeyê li gorî şert û mercên herêmî û xwecihî re û rêbazên derbaskirina astengiyan nîqaş kirin.

MSD'ê bi partiyên siyasî û Meclisa Sivîl a Reqayê re civiya
28 tîrmeh, 2023   14:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya  malpera fermî ya MSD'ê weşandiye, bi vexwendina Nivîsgeha Têkiliyan, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi Koordînasyona Têkiliyên Partiyan re civiya. Di civînê de hevserokatî û cîgirê Meclisa Sivîl a Reqayê û hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Reqayê jî amade bûn.

Di civînê de pirsgirêka Sûriyeyê li gorî mercên herêmî û xwecihî hatin nîqaşkirin. Di vê mijarê de normalîzekirina di navbera dewetên Ereban û hikumeta Şamê de, her wiha normalîzekirina di navbera hikumeta Şam û Tirkiyeyê de, dîsa jî encamên civîna çar alî ya li Astanayê hatin nîqaşkirin.

Di mijara duyemîn de astengiyên li pêşiya avakirina hemahengiyê di navbera partiyan bi xwe de û di navbera partî û saziyên xwecih de jî hatin nîqaşkirin.  Her wiha rêbazên çareserkirina van astengiyan û pêkanîna guhertineke demokratîk li Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin.

Di mijara sêyemîn de pêşniyar û rêbazên çareseriyê hatin nîqaşkirin. Ji wan rêbazan; hemahengiyê di navbera partiyên siyasî yên Reqayê de werin pêkanîn, panel û komxebatên siyasî werin lidarxistin, bi hevkariya partiyên siyasî û bi çavdêriya pispor û pêşesazî yên di warên sererastkirina rêvebiriyê de komxebat werin lidarxistin, bi amadebûna tevahî saziyên Rêveberiyê û kesayên navdar ên Reqayê paneleke diyalogan were lidarxistin.

Di dawiya civînê de ev pêşniyar hatin erêkirin û hejmareke endam hatin diyarkirin da ku pêkanîna pêşniyaran a ji aliyê saziyên têkildarî re bişopînin.

Ev civîna yekemîn e ku Koordînasyona Têkiliyên Partiyên di bin sîwana MSD'ê de bi Meclisa Sivîl a Reqayê re li dar dixe.

(bb)