​​​​​​​PDK destkeftiyên Başûr jî dixe xeteriyê

Başûrê Kurdistanê di nava aloziyên siyasî û civakî yên ji ber siyasetên şaş ên PDK`ê de maye. PDK ku girîngiyê dide serwet û desthilatê, destkeftiyên li Başûr bi windabûnê re rû bi rû dihêle. Çalakvan hişyariyê didin ku ev siyaset PDK`ê ber bi xeterî û talûkeyê ve dibe.

​​​​​​​PDK destkeftiyên Başûr jî dixe xeteriyê
24 tîrmeh, 2023   03:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Gelê Kurd bi taybet li Başûrê Kurdistanê ji ber bandorên siyasetên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êşê dikişîne. Ev siyaset hem eziyetê dide Kurdan û têkoşîna wan, hem jî destkeftiyên wan dixe xeteriyê.

/kr/uploads/files/2023/07/23/185609_.webp

Hevserokê Yekîtiya Parêzeran a Herêma Efrînê Cibraîl Mistefa têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û got: “Ev 20 sal in PDK bi tenê li ser desthilatê ye, ew ji bo gelê Başûrê Kurdistanê veguheriye kaptîlastekî xeternak. Gel li wê derê di nava xizaneyê de ye.”

Mistefa anî ziman ku PDK ne xwediyê biryarê ye û ew di bin serweriya Partiya AKP`ê de ye û wiha dom kir: “Çi partiyekî siyasî dema ku çarenûs û biryarên wî di destê kesên din de be û nekeve xizmeta gel, xeteriyê li ser siberoja xwe çêdike.”

Endama Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-Rojava (KNK) Ebîr Hesaf î got: “Destkeftiyên li Başûrê Kurdistanê ji bo kurdistaniyên li çar parçeyan destkeftiyên dîrokî ne û ji bo parçeyên din ên Kurdistanê jî bûne hêviya destkeftiyên nû.”

PDK ku hevkariya dewleta Tirk dike, bûye sedema şehadeta gelek keç û xortên gelê Kurd ên ku parastina maf û hebûna xwe dikin. Di 28-29`ê Tebaxa 2021`an de hêzên PDK`ê li Xelîfanê kemîn danî pêşiya 7 gerîlayan. Di encamê de 5 gerîla şehîd bûn, gerîlayek dîl hat girtin, gerîlayek jî bi saxî vegeriya cihê xwe û der barê bûyerê de agahî parve kirin.

Li aliyekî din, Partiya Demokrat a Kurdistanê sala 2017`an li cih û di demeke ne guncaw de “Refernadûma Serxwebûnê” li dar xist, di encamê de bajarê Kerkûkê ji destê Kurdan derket.

Cibraîl Mistefa têkildarî refernadûmê got: “PDK`ê referandûm çêkir û Kerkûk û gelê me yê wê derê feda kirin. Heta niha jî ji ber vê zihniyeta desthilatdar gelê me koçber e.”

Mistefa destnîşan kir ku PDK`ê bi vî rêbazî hişt ku hikumeta navendî di aliyê qanûnî û siyasî de bikeve tevgerê û wiha pê de çû: “Dema ku pergala fedral û demokrasî neyê pêkanîn, mafê hikumeta navendî heye ku destwerdanê bike û vê pergalê di aliyên siyasî û qanûnî de hilweşîne. Malbata Barzanî gelê me yê Başûr dixe xeteriyê.”

Erdogan ji ber referandûmê Mesûd Barzanî bi xiyanetê tawanbar kir û hişyarî da ku ew ê nehêlin kamyonên wan sînor derbas bikin û ew ê xelkê Başûr birçî bihêlin.

/kr/uploads/files/2023/07/23/185623_-..-pdk-3.webp

Ebîr Hesaf bal kişand ku yekemîn dewleta li dijî referandûma Başûrê Kurdistanê derketiye dewleta Tirk bû ku hikumeta Başûrê Kurdistanê wê wekî dost dibîne û got: “Dewleta Tirk her hebûneke Kurd ji bo xwe xeterî dibîne. Îro bi dehan baregehên Tirkiyeyê li axa Başûr hene, divê ev siyaset bê guherandin.”

Ebîr di dewama axaftina xwe de ev pirs kirin: “Gelo desthilata li wir ji xwe dipirse ku eger rastî xeteriyekê were dê dewleta Tirk alîkariya wê bike yan na? Dewleta Tirk di ezmûna yekemîn a wê desthilatê de pişta xwe dayê!.”

Ebîr destnîşan kir ku Başûrê Kurdistanê bi xeteriyên cidî re rû bi rû ye û wiha dom kir: “Dibe ku destkeftiyên xwe ji dest bide. Divê siyasetên navneteweyî kûrtir binirxîne, di asta herêmî û navneteweyî de çawa nêzî Kurdan dibin, divê niha li hundir çi bike?”

Desthilata li Başûr hîna di çarçoveya partiyetî û eşîretiya teng de ye ya ku ne li gorî matinq û ruhê pêvajoyê ye û êdî ber bi xurtkirina desthilata dîktator ya xwedî hikumê yekzilamî ve diçe.

Cibraîl Mistefa jî anî ziman ku destkeftiyên li Başûr ji bo tevahî Kurdistanê destkeftiyên dîrokî ne û wiha pê de çû: “Ji dema ku PDK`ê dest daniye ser desthilatê ve, ew bi tenê hikum û parlamentoyê bi rê ve dibe, siyasetên derve û yên aborî hemû xistine xizmeta xwe, têkiliyên xwe bi partiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) re qut kirine û hewl dide wê bê rol û bê bandor bike.”

Mistefa bi bîr xist ku dema dijminan axa Kurdistanê dagir kiriye, hewl dan Kurdan di hemû astan de asîmîle bikin, di komkujiya Enfalê de bi hezaran Kurd bi çekên kîmyewî şehîd xistin û got: “Niha jî PDK`ê bi hezaran jinan Ii ser zihniyeteke olî ya radîkal ya dûrî çanda gelê Kurd perewerde dike. Ev tişt pir xeter e.”

Mistefa wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê PDK baş bizane ku serkeftin û destkeftiyên li Başûr hatine bidestxistin, ne yên hin kesan û malbatekê ne. Ev rastiya bi hezaran zarokên gelê me yê berxwdêr e. bi sedan malbat hene mohra xwe li dîrokê dan, lê belê ev malbat dixwaze dest deyne ser qada siyasî, kesê din red dike û destkeftiyên pêk hatine dixe xeteriyê.”

Di demekê de ku malbata Barzanî girîngiyê dide serwetê û desthilatê, çavên xwe li xeteriyên derve digire. Ji lew re, axa Başûr veguherandiye navendên baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê. Li Rojava jî bi rêya girtina deriyê yekane yê di navbera Başûr-Rojavayê Kurdistanê de, şerê Kurdên li Rojava dike.

Cirabîl Mistefa têkildarî girtina deriyê li ser sînorê Rojava-Başûr de got: “Gelo vî deriyê li pêşiya kê digire? Li pêşiya gelê Rojava, li pêşiya vê îradeya ku di asta navneteweyî de xwe îsbat kiriye. Biryara girtinê ne di destî wê de, lê belê di destê dewleta Tirk de ye.”

Endama Konseya Rêveber a KNK-Rojava Ebîr Hesab jî bang li hêzên Kurdistanî kir ku li xwe vegerin û yekrêziya mala kurdî çêkin.

(c)

ANHA