Li Kobanê 3 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin

Şêniyên herêma Firatê bi merasîmekê cenazeyên 3 cangoriyên azadiyê spartin axê.

22 tîrmeh, 2023   12:56
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên herêma Firatê şervana YPJ (Nejbîr Zagors) û şervanên QSD'ê Mesûd Mihemed (Hozan Kobanê) û Idrîs Hiso (Çiya Kobanê) bi merasîmekê li Goristana Şehîda Dîcle ya Kobanê oxir kirin.

Şervana YPJ’ê Jaklîn Ehmed (Nejbîr Zagros) di 5’ê Tîrmehê de û şervanên QSD'ê Mesûd Mihemed (Hozan Kobanê) û Idrîs Hiso (Çiya Kobanê) dema erka xwe pêk dianîn di encama qezayan de şehîd bûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Rêveber a PYD'ê Salih Nuh axivî û diyar kir ku ew ê ji bo şehîdan têkoşînê bidomînin û li hemberî komployên li ser gelan berxwedanê geş bikin.

Salih Nuh got: "Salvegera 100'emîn a komployê nêzîk dibe ku di encama wê de sînor di navbera me de hatin danîn. Lê îro şehîdên me bi fedakariyên xwe û bi meşa azadiyê ya ku Rêbertî diyar kiriye, dîrokê ji nû ve dinivîsin."

Endama Koordînasyona Kongra Star a navçeya Şêrwanê Letîfa Silêman jî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê û got: "Armanca dijmin dagirkirina xaka me ye."

Letîfa soza şopandina xeta şehîdan da û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em li hemberî çi kesên ku dixwazin jinan vegerînin serdema tarî bisekinin û em ê dersekê li ser fedakariyê bidin wan."

Ji fermandarên QSD'ê Halim Baz jî bi navê malbatên her sê şehîdan axivî û soza şopandina xeta şehîdan da.

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên her sê şehîdan bi tîliyên dayikan û dirûşmên "Şehîd namirin" hatin veşartin.

(bb)

ANHA