​​​​​​​Sedema tunebûna ava vexwarinê dagirkerî ye

Şêniyên Hesekê êşên tunebûna ava vexwarinê dikişînin û got sedema wê dagirkerî ye. Her wiha şêniyan kêmasiyên saziyên navneteweyî û mirovî, ji bo alîkariya şêniyan di peydakirina ava vexwarinê û ji nû ve bikaranîna stasyona Elokê de, rexne kirin.

​​​​​​​Sedema tunebûna ava vexwarinê dagirkerî ye
​​​​​​​Sedema tunebûna ava vexwarinê dagirkerî ye
​​​​​​​Sedema tunebûna ava vexwarinê dagirkerî ye
​​​​​​​Sedema tunebûna ava vexwarinê dagirkerî ye
​​​​​​​Sedema tunebûna ava vexwarinê dagirkerî ye
​​​​​​​Sedema tunebûna ava vexwarinê dagirkerî ye
​​​​​​​Sedema tunebûna ava vexwarinê dagirkerî ye
21 tîrmeh, 2023   05:37
HESEKÊ-HINAR ÎBRAHÎM

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 3′yê Tîrmehê de bajarê Hesekê, gundewarên wê û kampên koçberan herêma karesatê ragihandibû. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ava stasyona Elokê ya li bajarê Serêkaniyê qut kir.

Gerînendetiya Avê ya Hesekê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya Rûsya û hikumeta Şamê avê li ser Hesekê qut dike û êdî li wan herêman jiyan tune dibe.

Welatiya bi navê Nûra Îbrahîm (50) a ji gundê Xirbet Camûs ê girêdayî Hesekê ku êşa tunebûna avê dikişîne wiha got: "Ji 4 rojan ve dilopek ava vexwarinê tune ye."

Nûra bi hêrs wiha domand: "Sedem dagirkerî ye. Li herêmê jî tu bîr tune ne ku avê jê bibin."

Nûra bikarnîna hin xwediyên stêrên ji vê rewşê re rexne kir û wiha pê de çû: "Em neçar dibin ava vexwarinê ji stêran bi pereyekî mezin bikirin. Lê hin xwediyên stêran vê rewşê li gorî xwe bi kar tînin û pirî caran em nikarin avê bikirin."

Nûra kêmasiyên rêxistinên navneteweyî û mirovî di alîkariya şêniyan a dabînkirina ava vexwarinê yan jî ji nû ve bikaranîna stasyona Elokê de şermezar kir.

Welatiyê bi navê Ehmed Osman ê ji taxa Til Hecer ê Hesekê spasiya însyatîfa Gerînendetiya Avê ya Qamişloyê kir û wiha got: "Însiyatîf mirovî ye."

Gerînendetiya Avê ya Hesekê di 18′ê Tîrmehê de 40 stêr û erebeyên agirkujiyê ji Qamişloyê şandin Hesekê da ku avê li şêniyan belav bikin.

Osman got divê mîna van însiyatîfên mirovî yên piştgiriyê didin Hesekê werin zêdekirin.

Li aliyekî din jî welatiyê bi navê Îbrahîm Xelîl Izedîn got xwendiyên stêran zextê li şêniyan dikin û wiha domand: "Ew bihayê bermîlê avê bêyî tu çavdêrî û hesabê bilind dikin, ruxmî ku rewşa aborî zehmet e û nirxê dolar li hember lîreya Sûriyeyê bilind dibe."

Dewleta Tirk a dagirker, piştî dagirkirina Serêkaniyê di 9′ê Cotmeha 2019′an de ava stasyona Elokê qut kir û nêzî milyonek û nîv welatî bê av hişt.

(fr)

ANHA