Cezaîrê naskirina Îsraîlê ya serweriya Mexribê li Sehra Xerbiye şermezar kir

Wezareta karên Derve ya Cezaîrê biryara Îsraîlê ya naskirina serweriya Mexribê li ser Sehra Xerbiye şermezar kir.

Cezaîrê naskirina Îsraîlê ya serweriya Mexribê li Sehra Xerbiye şermezar kir
20 tîrmeh, 2023   20:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Biryar weke binpêkirineke nû ya qanûna navneteweyî û biryarên NY′yê hate nîşandan. Wezareta Karên Derve ya Cezaîrê bi daxuyaniyekê naskirina Îsraîlê ji serweriya Mexrirbê li ser Sehra Xerbiye re weke xelekeke nû ya siyaseta reva li pêş bi nav kir. Her wiha wezaretê got ne pêkan e dagirkirina xaka Sehra were rewakirin.

Cezaîrê di daxuyaniya xwe de piştgiriya xwe ji bo çarenûsa welatiyên Sehra nîşan da û got li gorî biryar, lîsteyên NY′yê û Yekitiya Afrîkayê mafê tu kesî ya biryardayîna ji bo wê tune ye.

Cezaîr piştgirê sereke ya eniya Polisario ya ku dixwazin referandomê li ser çarenûsa xwe li Sehra Xerbiye pêk were.

(fr)