Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rêwîtiya zimanê Kurdî

Bi çeka fêrbûna zimanê dayikê û ruxmî dûrbûna wan ji herêmên Rêveberiya Xweser û dorpêça wan ji hêla hêzên hikumeta Şamê ve û êrişên li dijî wan, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşdarî Şoreşa 19′ê Tîrmehê bûn.

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rêwîtiya zimanê Kurdî
Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rêwîtiya zimanê Kurdî
Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rêwîtiya zimanê Kurdî
Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rêwîtiya zimanê Kurdî
Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rêwîtiya zimanê Kurdî
Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rêwîtiya zimanê Kurdî
Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rêwîtiya zimanê Kurdî
Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rêwîtiya zimanê Kurdî
21 tîrmeh, 2023   04:46
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Şoreşa 19′ê Tîrmehê ji Kobanê dest pê kir. Gel li dijî hikumeta Şamê rabû. Hikumeta Şamê bi dirêjahiya salan siyasetên bêserûber li dijî welatiyên Rojava meşandin, li ser Kurd û gelên din siyaseta erebkirinê meşand; nehişt bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin û mafên wan qedexe kirin.

Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî ne dûrî van siyasetan bûn, lê axaftina bi zimanê dayikê yek ji armancên hiştiya Şoreşa Rojava di 2012′yan de dest pê bike û çirûska şoreşê gihaşt her du taxan.

Ruxmî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi temamî di nava herêmên bin serweriya hikumeta Şamê de bûn, êriş bi ser de hatin û hikumeta Şamê siyasetên tacîzî li dijî wan meşandin, lê ew xwedî daxmayeke taybet di nava Şoreşa 19′ê Tîrmehê de bûn.

Li malan û bi dizî zimanê Kurdî dihat fêrkirin û dayîn, anku ji xala destpêkê ber bi xwendina bi meteryalên Rêveberiya Xweser li dibistanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ve. Rêwîtiyeke dirêj e; tê de gelek astengî çêbûn. Lê şêniyan vîneke xurt a fêrbûna bi zimanê dayikê raber kirin.

YEKEMÎN SAZIYA ZIMANÊ KURDÎ

Piştî destpêka Şoreşa 19′ê Tîrmehê, yekemîn saziya zimanê Kurdî li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê hate vekirin. Gel bi coşeke mezin pêşwaz kir. Di vê saziyê de 6 mamosteyên zimanê Kurdî di 2012′yan de 4 kom der çûn. Ji wan mamosteyan, şehîd Egîd Cîlo yê ku Akademiya Şehîd Egîd Cîlo ya amadekirina mamosteyan ku navenda wê li Qamişloyê ye, hate binavkirin.

Xebata perwerdê di saziyê de 7 mehan dewam nekir; ji ber komên çete yên girêdayî dewleta Tirk êrişeke tund bi ser her du taxan de pêk anîn. Lê di 2013′yan de ji nû ve saziyê karê xwe dewam kir û di 2014′an de biryar hate dayîn ku zimanê Kurdî weke wane li dibistanên her du taxan were dayîn.

Lê di 2016′an de careke din çeteyên dewleta Tirk a dagirekr êrişî her du taxan kirin û saziyê deriyê xwe girt û ji bo windahî çênebin wane di jêrzemînan de didan.

VEGUHERÎN Û PÊŞKETIN

Di dawiya 2016′an de navê saziya zimanê Kurdî bû Komîteya Perwerdê û Fêrbûna Civaka Demokratîk (KPC_D) û bi 20 mamosteyan zimanê Kurdî dida zarok û şêniyan.

Di çaryeka dawî ya 2018′an de, anku bi destpêka sala xwendinê ya nû re û bi koçberiya darê zorê ya şêniyên Efrînê ber bi Helebê ve, malek li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê ji bo dayîna waneyên zimanê Kurdî hate veqetandin. Dûre dibistaneke taybet bi zimanê Kurdî li gorî meteryalên Rêveberiya Xweser bi navê Dibistana Qehreman Efrîn di 2020′an de hate vekirin.

Lê ji ber xwesteka xwendekaran a fêrbûna bi zimanê Kurdî, KPC-D′ê 2 dibistanên din; Avaşîn Demhat û Cûdî Amanos di 2022′yan de vekirin.

19 TÎRMEHÊ ŞOREŞA ZIMAN E JÎ

/kr/uploads/files/2023/07/20/192723_-.webp

Xwendekareke berê ya Saziya Zimanê Kurdî û endama rêveber a KPC-D′ê Zîlan Şêxo da zanîn ku ruxmî derfetên kêm û kêmbûna mamosteyan lê wan xwe gihand vê qonaxê.

Zîlanê ji ajansa me re diyar kir ku Şoreşa 19′ê Tîrmehê teşwîqa herî mezin a biryardariya fêrbûna zimanê dayikê bû û wiha got: "Şoreşa 19′ê Tîrmehê li kêleka ku şoreşa jinan bû, ew şoreşa ziman û çandê jî bû û ji bo gihandina vê qonaxê gelek fedekarî dan."

Zîlan anî ziman ku di dema êrişên li ser her du taxan de li eniyên şerê şervanên keç û xort perwerde dikirin û di jêrzemînan de zarok û şênî perwerde dikirin."

Ji 2012′yan heta niha ve, guhartinên mezin di rewşa perwerdê ya li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de çêbûn. Li ser vê yekê Zîlanê wiha domand: "Me bi 6 mamosteyan dest pê kir, lê nîna 190 mamoste hene. Hejmara xwendekaran pir hindik bû, lê niha zêde dibe."

Zîlanê destnîşan kir ku li her du taxan 13 dibistan hene; ji wan 3 taybet bi zimanê Kurdî ne û 10′ên din tê de meteryalên hikumetê tên xwendin û waneyên zimanê Kurdî tên dayîn. Navên dibistanan wiha ne; Bera Bin Malik, Alan Mihemed, Aya Qasim, Rifet Hec Sirî, Intuwan Eswed, Helîlme Sediye, ev dibistana li Şêxmeqsûdê ne. Mîxaîl Neîme, Selahedîn, Salih El Elî û Fayiz Mihemed li taxa Eşrefiyê ne.

(fr)

ANHA