​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-07-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-07-2023
20 tîrmeh, 2023   23:00

- Ya rastî, şertên derve, dewlet, îdare û girtîgeh bi xwe weke qesran jî hatibin amadekirin ‎têrê nakin ku rave bikin bê ka ez çawa xwe li vê tecrîda xweserî xwe radigirim. Divê ‎mirov di şert û mercan û nêzîkatiyên dewletê de li hêmanên sereke nepirse. Ya diyarker ‎ew e, divê ez xwe ji bo şert û mercên tecrîdê îqna bikim. ‎(BI WÊNE)

- Serokê Partiya Lîwa ya Sûrî Malik Ebû El Xêr eşkere kir ku wan ji bo pêkanîna modela Rêveberiya ‎Xweser gelek gav avêtine; mîna vekirina nivîsgehan, pêşkêşkirina xebatên xizmetguzariyê. Her ‎wiha destnîşan kir ku ew amadekariyan dikin ku hêzeke siyasî, civakî û sivîl ji bo birêvebirina ‎herêmên xwe ava bikin. Ebû El Xêr îşaret pê kir ku tecrubeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji wan re ‎bûye îlham. ‎(BI WÊNE)

- Dewleta Tirk a dagirker 30 meh e bê navber ava çemê Firatê ji ser Sûriyeyê digire, ji lew re ‎sewiyeya avê pir kêm bûye.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Hesekê êşên tunebûna ava vexwarinê dikişînin û got sedema wê dagirkerî ye. Her ‎wiha şêniyan kêmasiyên saziyên navneteweyî û mirovî, ji bo alîkariya şêniyan di peydakirina ‎ava vexwarinê û ji nû ve bikaranîna stasyona Elokê de, rexne kirin.‎ ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

- Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan hewl dide bi rêya vekirina dewreyên perwerdê li ‎Dêrikê yê Qamişloyê berheyên zarokên şehîdan xurt bike û bi pêş bixe.‎ ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

- Bi çeka fêrbûna zimanê dayikê û ruxmî dûrbûna wan ji herêmên Rêveberiya Xweser û dorpêça ‎wan ji hêla hêzên hikumeta Şamê ve û êrişên li dijî wan, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşdarî ‎Şoreşa 19′ê Tîrmehê bûn. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎‎

- Di du hefteyên dawîn de piştî ku Rûsyayê di doza 3 giravên binakok ên di navbera Tehran-Ebû ‎Zabî de li dijî Îranê piştgiriya Îmaratê kir, têkiliyên Rûsya û Îranê aloz bûn û ketin ceribandinê. Vê ‎yekê der barê siberoja têkiliyên Moskov -Tehranê de û asta bandora vê nakokiyê li ser dosyayên ‎din bi xwe re gelek pirs derxistin.‎ ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎‎

ANHA