JI BINYADA XWEDAWENDAN ŞOREŞA JINAN A ROJAVA- 6   

JI BINYADA XWEDAWENDAN ŞOREŞA JINAN A ROJAVA- 6   
19 tîrmeh, 2023   03:36
NAVENDA NÛÇEYAN - CÎHAN BÎLGÎN

Li xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku gelek xwedawend lê man, îro Şoreşa 19'ê Tîrmehê lê pêk hatiye û jinên pêşeng bi têkoşîna xwe ya di çarçoveya paradîgmaya azadiya jinan de ketin nava rûpelên dîrokê.

Li xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şoreşa Jinan a 19'ê Tîrmehê beriya 11 salan pêk hat. Li herêmê ji El Nusra heta DAIŞ'ê û heta Artêşa Azad û dewleta Tirk a dagirker, gelek êrişên fîzîkî lê hatin kirin û her wiha ji bo fetisandin û teslîmgirtina şoreşê li hemû qadên jiyanê rêbazên şerê taybet jî hatin aktîfkirin.

Ji bo parastina destkeftiyên ku li hemberî van êrişên li ser şoreşê hatine bidestxistin, ji bo tiştên ku ji wan hatine dizîn paşve bistînin û da ku çanda xwedawendiyê biparêzin, bi hezaran jinan bedena xwe kir mertal û gihaşt şahadetê.

GULÊ SELMO; ŞEHÎDEKE DESTPÊKÊ YA ŞOREŞÊ

Gulê Selmo wek yek ji şehîdên destpêkê yên Kongra Star û Şoreşa 19'ê Tîrmehê tê naskirin. Di sala 1961'an de li gundê Kitme yê navçeya Şêra ya Efrînê ji dayik bû. Gulê Selmo di salên 1980'yî de fikrên Rêber Abdullah Ocalan nas kirin û di 15'ê Çileya 2005'an de bi damezirandina Yekitiya Star re wek endameke wê bi awayekî aktîf cihê xwe di nava xebatan de girt.

Di destpêka sala 2012'an de Gulê Selmo ku endama aktîf a Meclisa Gel a Şêxmeqsûdê bû, hewl da rojnamevanekî ku êriş û sûcên hêzên hikumeta Şamê yên di 10'ê Adara 2012'an de dema êrişî taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê kir, birevîne. Gulê Selmo rojnameger rizgar kir lê guleyek li serê wê ket û bi giranî birîndar bû. Di 13’ê Adara 2012'an de jî şehîd bû.

XEBATKAREKE ŞOREŞÊ HEVRÎN XELEF

Hevrîn Xelef bi zîrektî, ked, helwest û bedewiya xwe ya bêhempa dihat naskirin. Sala 1984’an li Dêrikê ji malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrînê xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadehiyê li Dêrikê qedand, li Zanîngeha Helebê beşa Endezyariya Çandiniyê xwend û piştî ku perwerdeya xwe qedand, vegeriya Dêrikê. Bi şoreşa Rojava re cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê de girt û di xebatên ciwanan de cih girt. Piştî vê xebatê di rêxistinên saziyên sivîl de kar kir û bû rêvebereke Meclisa Aborî ya Qamişloyê.

Bi îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re di Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê de karê hevserokatiyê kar kir. Di sala 2015'an de bû hevseroka Desteya Aborî ya Herêma Cizîrê, di sala 2018'an jî de bû yek ji damezirînerên Partiya Sûriyeya Pêşerojê. 27'ê Adara 2018'an bû sekreterê giştî a Partiya Sûriyeya Pêşerojê.

Di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên di 9'ê Cotmeha 2019'an de bi hevalê xwe Ferhad Remedan re ku di heman erebeyê de bû, di 12'ê Cotmeha 2019'an de ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve hatin şehîdxistin, îşkence li cenazeyên wan kirin û dîmenên wê parve kirin.

Piştî şehîdkirinê, navê Hevrîn Xelef li meydaneke li herêma Guillotiere ya bajarê Lyon ê Fransayê hate kirin.

ÊRIŞA DRONAN A YEKEM PÊŞENGÊN JIN KIRIN HEDEF

Dewleta Tirk nekarî berxwedan û têkoşîna şoreşgerî asteng bike û êrişên xwe guheradin. Li dijî pêşengên jin ên li Kobanê ku çirûska şoreşê lê hat vêxistin, êrişên bi balafirên keşfê yên bêmirov kirin. Endamên Kongra Star Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û Emîne Weysî di 23'yê Hezîrana 2020'an de li gundê Helincê yê Kobanê di encama êrişeke dronan de şehîd bûn.

Zehra Berkel bi eslê xwe ji gundê Berxbotan ê Kobanê ye. Zehra Berkel di destpêka şoreşa Rojava de xwendekara Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Helebê bû û bi destpêkirina şoreşê re navber da perwerdeyê, tev li nava refên şoreşê bû û bi salan li dibistanên li Kobanê mamostetî kir.

Di sala 2013'an de di nava xebatên Mala Jinan, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan û Heyva Sor a Kurd de cihê xwe girt.

Zehra Berkel bû hevseroka Meclisa Gel û sala 2017'an wek hevseroka Şaredariya Gel a Kobanê hate hilbijartin û piştre bû hevseroka Desteya Edaletê. Zehra Berkel di nava rêxistina jinan de û di hevserokatiya Komîteya Çalakiyan a Herêma Firatê ya Kongra Star de cih digire. Di Akademiya Şehîd Şîlan de ji bo perwerdekirina mêran dest bi birêvebirina dewreyên perwerdeyê dike.

Di kongreya 8’emîn a Kongra Star de ku di sala 2018'an de hate lidarxistin, wek endama Koordînasyona Kongra Star hate hilbijartin.

DAYIKA ROJAVA: DAYIKA AQÎDE

Aqîde Elî Osman di sala 1966'an de li Girkê Legê ji dayik bûye, ji salên 1980'yî ve bi rengekî çalak di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de cih girt. Dayika Aqîde ji ber çalakiyên şoreşgerî yên ku pêşengiya wan dikir, 2 caran ji aliyê hikumeta Şamê ve hate girtin lê her cara ku ji girtîgehê derket têkoşîna xwe domand.

Di sala 1999’an de li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, kincên reş li xwe kirin û dest bi têkoşîna ji bo azadiya Rêber Ocalan kir.

Dayika Aqîde bi şoreşê re cihê xwe di nava Kongra Star de girt, di heman demê de di Komîteya Navbeynkariyê ya Girkê Legê de xebitî.

Di sala 2018'an de li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser Efrînê, dayika Aqîde di eniyên pêş de cihê xwe di nava karwanê piştgiriya berxwedana Efrînê de girt.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 13'ê Cotmeha 2019'an de li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî, konvoya welatiyên sivîl û rojnamevan ku di nav de dayika Aqîde jî hebû û ji herêma Cizîrê ber bi Serêkaniyê ve diçû, bombebaran kir. Di êrişê de tevî dayika Aqîde 11 sivîlan jiyana xwe ji dest da, 74 sivîl jî birîndar bûn. Nûçegihanê ajansa me Seed Ehmed jî di encama êrişê de şehîd bû, 6 rojnamevan tevî nûçegihanê me Mehmet Ekîncî birîndar bûn.

Di yekemîn salvegera şehadeta wê de ji bo bîranîna dayika Aqîde, Akademiya Edaleta Jinan a Dayika Aqîde li Girkê Legê ji aliyê Kongra Star ve hate vekirin.

HIND Û SEDA

Li gel êrişên dewleta Tirk, şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê ku desteka xwe ji dewleta Tirk digirt jî pêşengên jin kirin hedef. Seda Feysel El Hermas û Hind El Xidir di 22’yê Çileya 2021'an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin revandin û bi awayekî hovane hatin qetilkirin.

Eslam Latîf El Xidir bi navê Hind dihat nasîn, li bajarokê Til Seyir ê navçeya Deşîşa ya Hesekê ji dayik bû. Xwendina xwe ya seretayî li Dibistana Hedacê ya Deşîşayê qedand. Xwendina xwe ya navîn li navçeya Şedatê ya kantona Hesekê xwend. Dema ku ew hê 15 salî bû, dê û bavê wê ew bi zorê bi zilamekî iraqî re zewicand. Dema ducanî bû, ji aliyê hevserê xwe ve hat terikandin û vegeriya mala dê û bavê xwe. Hindê keça xwe bi tena serê xwe mezin kir. Hindê ji bo jinên Ereb dixwest bibe pêşengeke li dijî sîstema serdestiya mêran, Hind xwest di nava xebatên azadiya jinan de cih bigire. Di encama têkoşîna malbata xwe ya li hemberî hemû astengiyan de di Mijdara 2020'an de derbasî Meclisa Gel a Til El Seyir bû.

Çîrok û têkoşîna Hindê û hevrêya wê Seda Feysel El Hermas wekî hev in. Seda di sala 1993'yan de li gundê Til Şayîr ê navçeya Deşîşa ya Hesekê tê dinê. Çawa ku Seda dibistana navîn qedand, ew ji hêla dê û bavê xwe ve bi zorê hat zewicandin. Sedayê du keç anîn dinê, ji hevserê xwe veqetiya û barê zarokên xwe bi tena serê xwe da ser milê xwe.

Mîna Hindê, Sedayê gelek caran bi pêşengiya Kongra Star, Tevgera Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkilî danî û got ew dixwaze di nava xebatê de cih bigire. Di dawiyê de wê jî encama hewldanên xwe girt. Di Mijdara 2020'an de bû hevseroka Meclisa Deşîşayê.

FERMANDAR JIYAN TOLHILDAN; DAMEZIRÎNEREKE YPJ'Ê

Selwa Yûsif (Jiyan Tolhildan) di sala 1980’yan de li gundê Memala yê navçeya Raco ya Efrînê ya dagirkirî ji dayik bû. Di sala 1999'an de li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan tev li Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Jiyan Tolhildan bi qasî 13 salan li çiyayên Kurdistanê jiya, piştî ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê hate ragihandin, tev li şoreşê bû. Di eniya parastina Serêkaniyê de ji çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra berê) cih girt.

Jiyan Tolhildan dema Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di 4'ê Nîsana 2013'an de hate damezirandin, avakareke wê bû. Di gelek pêngavên rizgarkirinê de ku YPG û YPJ tev lê bûn, wek fermandar cih girt. Di salên 2012-2013'an de di pêngava azadkirina Serêkaniyê de roleke girîng lîst û di salên 2014-2015'an de jî di pêşvebirina şerê gel ê şoreşgerî yê Helebê de û pêngava rizgarkirina Minbicê di sala 2016’an de bû parçeyek ji pêngava rizgarkirina Baxozê ya sala 2019’an. Jiyan Tolhildan di operasyonên paqijkirina Kampa Holê ji çeteyên DAIŞ'ê de jî pêşeng bû û beriya şehîd bikeve fermandara giştî ya Hêzên Antîterorê (YAT) bû.

Fermandara YPJ'ê û YAT'ê Jiyan Tolhildan bi hêzên Koalîsyonê re li dijî DAIŞ'ê şer kir û pêşengî ji gelek operasyonan re kir, 22'yê Tîrmeha 2022'an li ser rêya Qamişloyê tevî fermandara YPJ'ê Roj Xabûr û endama YAT'ê Barîn Botan, di êrişa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

TÊKOŞEREKE EDALETÊ ZEYNEB SAROXAN

Zeyneb Mihemed di 1'ê Adara 1981'an de ji dayik bû û xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadehî li Hesekê bi dawî kir. Di 19'ê Tîrmehê de mîna gelek jinên ciwan ên Rojava, Zeyneb Mihemed ji karê xwe yê mamostetiyê yê di bin rêveberiya hikumeta Şamê de îstîfa kir û tev li nava refên şoreşê bû.

Endama Meclisa Giştî ya PYD'ê û seroka Meclisa Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê û endama Kongra Star bû. Beriya şehadeta xwe hevseroka Desteya Edaletê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê bû.

Zeyneb Mihemed û hevserok Yilmaz Şero di 27'ê Îlona 2022'yan de li nêzî Girkê Legê di encama êrişa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk de şehîd bûn.

DI ÇALAKIYAN DE LI PÊŞ BÛ

Yusra Mihemed Derwêş di sala 1972'yan de li Amûdê ji dayik bû. Yusra Derwêş di sala 2001'an de ji Zanîngeha Ziman a Fransî mezûn bû, xwendina xwe bi şoreşê re sekinand û tev li şoreşê bû. Yusra Derwêş di destpêkê de mamosteya kurdî bû û bû rêvebera DIbistana Amadehiyê ya Betûl a Amûdê. Li Amûdê bû yek ji damezirînerên Saziya Rêveberiya Dibistanan. Yusra wek hevseroka Komîteya Perwerdeyê ya Amûdê hate hilbijartin, di dawiyê de wek hevseroka Meclisa Kantona Qamişloyê di 1'ê Mijdara 2022'yan de hate hilbijartin.

Yusra Derwêş ku di çalakiyên şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan de li pêş bû û di têkoşîna azadiya jinan de roleke aktîf lîst.

Di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê de hevseroka Meclisa Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş û cîgira hevserokatiyê Leyman Şiwêş û Firat Tûma şehîd bûn.

PÊŞENGEKE DESTPÊKÊ YA HÎMÊN PROJEYA DEMOKRATÎK DANÎN: LEYMAN ŞIWÊŞ

Hevserokê Meclisa Kantona Qamişloyê Leyman Osê Şiwêş ku di heman wesayîtê de bû bi navê Rîhan Amûdê dihat naskirin, di sala 1968'an de li navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê hate dinê. Leyman Şiwêş di sala 1985'an de dest bi xebatên ‘eniyê’ yên aktîf kir, di sala 1989'an de tev li xebatên şoreşgerî bû. Di navbera salên 2002-2003'yan de ji ber doza Kurd û têkoşîna azadiya jinan 6 mehan ji aliyê PDK'ê ve hate girtin. Ji sala 2005'an heta 2008'an li Başûre Kurdistanê û bi taybetî jî li Silêmaniyê xebitî. Di sala 2008'an de berê xwe da Rûsyayê û 7 salan li wir xebitî.

Bi destpêkirina berxwedana 19'ê Tîrmehê re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryara vegera Kobanê da û têkoşîna xwe lê domand. Leyman yek ji pêşengên destpêkê bû ku bingehên projeya demokratîk li cihên ku ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin, danîn. Bi rizgarkirina Minbicê re berê xwe da Minbicê û heta sala 2019'an têkoşîna xwe dewam kir.

Piştî peywira nûnertiya Kongra Star a Başûrê Kurdistanê, beriya şehîd bibe, wek hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo xebitî.

ANHA