Bangên avakirina komîteyeke tenduristî ji bo Rêber Abdullah Ocalan

Bijîşkan li ser tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan hişyarî da. Hiqûqnasan jî diyar kir ku pêwîstî bi destwerdana lezgîn û avakirina komîteyeke tibî ku rewşa tenduristî ya Rêbertî kontrol bike, heye.

Bangên avakirina komîteyeke tenduristî ji bo Rêber Abdullah Ocalan
15 tîrmeh, 2023   23:37
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Li girtîgeha Îmraliyê şilî ku zirareke mezin dide pişikê, toz, bakterî û vîrus ku dibin sedema nexweşiyên giran ên singê jî zêde ne. Her wiha li dijî Rêber Abdullah kirinên dermirovî tên kirin. Desthilata Tirkiyeyê ji bo kontrolkirina rewşa Rêbertî tu tedbîran angire û lênêrîna tenduristî û dermankirin jî tune ye. Ev rewş fikarên bijîşkan ên derbarê tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan de zêde dike.

/kr/uploads/files/2023/07/15/191211_-.webp

Bijîşkê pisporê nexweşiyên singê Seed Hiso têkildarî xeteriyên li ser tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan ji ajansa me re axivî. Hiso got: "Ji dema revandina Rêber Ocalan bi komployeke navneteweyî, tenduristiya wî di xeteriyê de ye. Ji ber ku li Îmraliyê şilî zêde ye. Bi wê re jî nexweşiyên penceşêr, bêhntengî (rebû), kêmbûna kalsiyomê a bi sedema nedîtina tavê, pê re jî şikandina hestiyan û kêmxwînî, çêdibin.”

Hiso diyar kir ku pêwîst e bi rêya NY′yê û veqetandina komîteke tibî ji bo kontrolkirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê, ev xeterî ji holê bê rakirin.

′BINPÊKIRINA QANÛNA NETEWEYÎ Û NAVNETEWEYÎ′

/kr/uploads/files/2023/07/15/191227_-.webp

Endamê Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan Şahîn Lalî jî destnîşan kir ku binpêkirinên li dijî Rêber Abdullah Ocalan ne tenê di çarçoveya tunebûna lênêrîna tenduristiyê de ne, lê belê binpêkirinan ji dadgehkirina siyasî ya neqanûnî ya ji destpêka revandina wî û heta roja îro de, dest pê kirin.

Lalî anî ziman ku dewleta Tirk bi van kiryaran qanûna xwe ya neteweyî û qanûna navneteweyî bi her du şaxên wê ya giştî û mirovî, bi taybet madeya 7′an a Mîsaqa Navneteweyî ya Mafên Sivîl û Siyasî, madeya 5′an a pîvanên cîhanî ya Danezana Mafên Mirovan binpê dike û got: “Di naveroka her du madeyan de tê gotin 'Nabe tu kes were îşkencekirin, rastî muamele yan cezayên giran an dermirovî û heqaretê were'."

′BANDORÊN XETERNAK′

Endamê Konseya Rêveber a KCK′ê Sabrî Ok vê dawiyê diyar kir ku desthilata Tirkiyeyê û Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê nameyên gefxwarinê yên bênav û bênavnîşan dane Rêber Abdullah Ocalan.

Lalî anî ziman ku ew name xeternak in û divê bi awayekî hiqûqî û qanûnî werin nirxandin û aliyên têkildarî bi awayekî cidî li ser bisekinin.

Lalî, nameyên gefxwarinê wekî binpêkirineke nû ku li binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî Rêbertî zêde dibin bi nav kirin, fikarên xwe li ser jiyana Rêber Ocalan anîn ziman û ev bang kir: "Em bang li tevahî aliyên navneteweyî û hiqûqî yên têkildarî dosyaya mafên mirovan mîna Konseya Mafên Mirovan, CPT′ê û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî dikin ku bi lez destwerdanê bikin da rewşa tenduristî ya Rêbertî bê naskirin. Divê tavilê malbat û parêzer hevdîtinê bikin.”

Lalî bi bîr xist ku li gorî hemû qanûnên navneteweyî û neteweyî, divê lênêrîna tendurisît jibo girtiyan hebe, mafê girtiyan heye ku li gorî sîstemekê ku qanûn diyar dike bi derve re peywendiyê deynin.

Lalî di dewama axaftina xwede got: “Desthilata Tirkiyeyê di dmeke kin de ji bo kontrolkirina rewşa tenduristî tu derfet nedane, lênêrîna tibî ya guncaw jî tune ye. Tirkiye bi vê yekê madeya 3′yan a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) binpê dike. Li gorî wê madeyê, divê divê dewlet pabendî parastina ewlehiya fîzîkî ya girtiyan bibe û lênêrîna tenduristî pêşkêşî wan bike. Her wiha hîma 24′an a naveroka xizmetên lênêrîna tenduristî ya di nava (Pîvanên Nelson Mandela) de jî tê gotin ku divê dewleta berpirs xizmetên tenduristî pêşkêşî girtiyan bike û divê girtî heman xizmeta ku di nava civakê de tê pêşkêşkirin bi dest bixin.”

(fr/c)

ANHA